Feleknaz Uca: Neviyên Derwêşê Evdî li Kurdistanê têdikoşin
09:02
JINHA
WAN - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca bal kişand ser rol û rista jinên êzidî ku hem di dîrokê de hem jî di rizgarkirina Şengalê û avakirina wê de cih digirin û wiha berdewam kir: "Îro neviyên Derwêşê Evdî li Şengal, Kobanê û rajavayê Kurdistanê berxwedanek bêhempa derxistin holê. Vê berxwedanê li hemberî zîhniyeta dewletê ku tune dike serûbin kir."
Êzidiyên ku li Şengala Federala Kurdistanê dijîn di Tebaxa sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve êrîş pêk hatibû, gelek kes hatin qetilkirin, gelek jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin. Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa hat dayîn û çeteyên DAIŞ'ê di 13 Mijdara 2015'an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji Şengalê hatin paqijkirin. Piştî berxwedanê li Şengalê jinûveavakirina jiyanê bi pêşengtiya jinan dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca bal kişand li ser pêvajo û di parastin û avkirana Şengalê de rol û rista jinên êzidî û da diyarkirin ku di civaka êzidiyan de cihê jinê her tim girîng bûye. Feleknaz bi bîr xist ku di serdema osmaniyan de yekem nûnera dîplomasiyê ya êzidiyan jina Meyan Xatun bûye û wiha pê de çû: "Di sedsala bihûrî de dîsa êzidî tên qetilkirin, jinên êzidî di bazaran de tên firotin lê belê; berxwedana ku Meyan Xatunê pêş xistiye jinên êzidî jî di vê mîsyonê de pêşengtiyê dikin."
'Şopdarên Berîvanê gelê xwe diparêzin'
Feleknaz der barê jinên êzidî ku gelek ji wan hê jî di destên çeteyên DAIŞ'ê de wekî kole tên xebitandin de axivî û got ku: "Berîvan keça êzidiyan a ku li rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê mezin bûbû, li Cizîrê berxwedanek bêhempa da destpêkirin. Niha jî em dibînin ku şopdarên Berîvanê li çiyayên Şengalê di refên herî pêş de gelê xwe diparêzin. Hemû jî ji bo tolê ya jinên ku hatine qetilkirin sondxwarîn e. Jinên êzidî mohra xwe li dîrokê xistine. Berxwedan ji Şengalê dest pê kir li Kobanê berdewam kir li rojavayê Kurdistanê jî tovên xwe digihîne."
'Bi pêşengtiya jinê berxwedan bi azadiyê bê tacîdarkirin'
Feleknaz da xuyakirin ku tiştê ku li Kobanê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin niha jî li Sûr, Cizîr , Nisêbîn û Geverê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dijminatî herî baş xwe di civaka kurdan de nîşan dide. Gefên wekî 'malên we bişewitînin' 'em ê we qetil bikin' 'em ê we ji vir biqewirînin' 'ger li hemberî vê yekê derkevin em ê we ji welatîbûnê derxin' dixwin. Çi li Kobanê û Şengalê pêk hat bi heman rengî li rojavayê Kurdistanê jî didome lê berxwedan jî yek e bi heman rengî dîsa bi pêşengtiya jinê bi ser keve."
'2016 dê bibe sala azadiya gelê kurd'
Feleknaz dest nîşan kir ku dê 2016 bibe sala azadiya gelê kurd û bi bîr xist ku gelê kurd tu car serî netewandiye û her tim gotiye ku 'em li vir in' û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro neviyên Derwêşê Evdî li Şengal, Kobanê û rojavayê Kurdistanê berxwedanek bêhempa derxistin hole. Ev berxwedan dê li hemberî zîhniyeta dewletê ku tune dike serûbin bike û civakeke azad ava bike. Di vê civaka azad de hemû netew bi çand, ol, bawerî û zimanê xwe bi hev re jiyaneke azad bijîn. Ji bo jiyanake bi rûmet û azad dê ev têkoşîn berdewam bike."
(fk)