Yên dixwazin derkevin Taksim ê rastî êrîşa polîsan tên
09:57
JINHA
STENBOL - Endamên Halkevlerî û Kolektîfa Xwendekaran, ên xwestin bikevin Qada Taksîmê, ji hêla polîsan ve hatin rawestandin, girseya ku di ketinê de israr kir, bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma.
Endmên Halkevlerî û Koletkîfa Xwendekaran ên li Talîmhaneyê li hev kom bûn, xwestin bikevin Qada Taksîmê. Qada ku ji duh ve ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, komê bi pankartên "1'ê Gulanê" û bi dirûşmên wekî "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bijî 1'ê Gulanê" dirûşim berz kirin. Koma ku demekî di bin dorpêça polîsan de dirûşim berz kirin, polîsan bi ava şid êrîşê girseyê kir. Piştî mudaxaleyê kom li kuçeyan belav bû pişti demekî li ser Kolana Cumhuryetê li hev civiyan.
Sekna çalakgeran a li kolanê berdewam dike.
(zt)