Ji bo xebatê Komeleyê Alîkariya Rojava giranî hat dayîn

09:13

JINHA

WAN - Komaleyê Alîkariya Rojava ji bo malbatên ku ji Cizîr û Geverê koçbûne xebatê piştevaniyê dewam dike. Komaleyê Alîkariya Rojava ji bo malbatên ku koçî bajar û navçeyê cuda kirine, zexîre, cil û cihê ku lê bimînin peyda dikin.

Di encamê êrîşê hêzê dewletê de li qadên xwerêveberiyê gelek welatî neçar man koçbikin. Komaleyê Alîkariya Rojava bi armanca piştgiriya malbatan bikin dest bi kampanya piştgiriyê kirin. Komaleyê Alîkariya Rojava yê Wanê di vê çerçoveyê de giranî da xebatê xwe û ji bo malbatên ku ji Cizîr, Şirnex, Silopî, Sûr û Nisêbînê koçbûne û li navçeyên cuda bi cih bûne, piştgiriya cil, zexîre û cihên lê jiyan bikin dikin. Endama Komisyona Komaleya Rojava Ayşe Kayalik têkîldarê xebatê wiha got, "Duh ji bo Rojava îro em ji bo gelê Botanê destê xwe bidin destê hev."

'Heya niha me xwe gihand 10 hezar malbatî'

Ayşe da zanîn kku ew di demek kin de komeleyê xwe avakirine û wiha domkir, "Ji bo em piştgiriya malbatên ku ji Gever, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Silopî bikin me giranî daye xebatê xwe. Heya niha me xwe gihand 10 hezar malbatî. 6 hezar malbat serî li mme dane lê di encamê xebatê de me xwe gihandiye 4 hezar malbatî. Em hêjmar û navnîşana malbatan digrin duvre em li wan digerin. Di çerçoveyê pêdiviyan de em piştgirî didin. Pirsigirêkê herî mezin yê peyda kirina cihbû. Lê em hewldidin tevahî pêdiviyên malbatan pêşwazî bikin."

'Em hewldidin bi aweyek kollektîf xwe bighînin malbatan'
Ayşe destnîşan kir ku divê li hember zilma ku li Kurdistanê pêk hatî bê deng neyê mayîn û wiha pêde çû, "Gelek malbat tenê ji bo zarokên xwe rizgar bikin, neçar mane warê xwe terk bikin. Valatiyên mezin pêk
hatine. Piştgirî dayîn erkê mirovbûn û wîjdaniye." Ayşe da zanîn ku rêxistinên sivîl STK û VATSO jî piştgirî didin wan û wiha dirêjî da gotina xwe, "Tevahî pêdivî em dighînin malbatan. Her kes ji aliyek ve piştgirî dide. Em hewldidin bi aweyek kollektîf xwe bighînin malbatan."

(rc)