1'ê Gulanê li Til Temir bi daxuyanî hat pîroz kirin
10:39
1'ê Gulanê li Til Temir bi daxuyanî hat pîroz kirin
JINHA
TIL TEMIR - Li bajarê Til Temir bi daxuyaniyek Cejna 1'ê Gulanê rojên Kedkarên Cîhanê hat pîroz kirin.
Bi armanca pîrozkirina Cejna 1'ê Gulanê Rojê Kedkarên Cîhanê li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Bi boneyê rojê Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya ku gelek rêxistinên sivîl tevlî bibûn de jî wiha hat gotin, "Îro projeya Netewa demkratîk bûye bersiv ji bo hemû pirsgirêkên civakê, bi teybet jî federalîzma Demokratîk ji bu hemu pêkhateyên Rojava bu çareseriya pergala jiyana nû."
Çalakiya 1'ê Gulane bi dirûşmeya 'Bijî têkoşîn û yekîtiya kedkaran' bi dawî bû.
(rh/rc)