Li Dirbêsiyê 1 Gulanê bi coş hat pêş wazî kirin
10:42
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Bi boneya 1'ê Gulanê li bajarê Dirbêsiyê bi sedan kes meşiyan. Meşa ji bo 1'ê Gulanê hatî li dar xistin gelek saziyên sîvîl tevlî bûn. Meş bi dirûşmeyên 'Ked Azadiye, Xwedî li Keda Xwe, Azadiya xwe Derkeve' pêk hat.
Meşa ji bo 1'ê Gulanê hatî li dar xistin li ber Partiya çepê Kurd destpe kir. Li bajarê Dirbêsiyê ji bo roja kedkarên cîhanê bi tevlîbuna sedan welatî hate li dar xistin. Meşê de pankartên TEV-DEM'ê û yên partiya çep hatin rakirin. Meşa girseyî li ber navenda partiya çep dest pê kir heta navenda genim dewam kir. Li navenda genim axaftin li ser roja 1'ê Gulanê û girîngiya we hat kirin. Di axaftinan de yekbûyîna tevahî pêkhateyên Rojava hatin silav kirin û behsa girîngiya yekbuyîna gelan hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên 'Cejna Kedkarên Cîhanê li tevahî kedkaran û Rojava pîroz be' bi dawî bû.
(şe/rc)