‘Gel li kolanan parlementer jî li meclîsê li ber xwe didin’
12:10
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Li dijî hevdîtinên "Rakirina destnedana parlementerên HDP yî’’ jinan nerazîbûn nîşandan. Jinan dazanîn ku wekîlên gel li dijî komkujiyan li meclîsê li ber xwedidin gel jî li kolanan, ger dest li wekîlan bidin, gel bêdeng namîne.
Jinan li dijî hewldana lîncê ya di hevditînên ‘’Lijneya Makezagona Meclîsê’’ yên di derbarê "rakirina destnedanên wekîlan" ya ji aliyê wekîlên AKPê ve li dijî wekîlên HDPê hatiye kirin nerazîbûn nîşandan. Jinên hilbijêr anîn ziman ku ew wekîl bi îradeya wan hatine hilbijartin û bi vê îradeyê li meclîsê ne destlêdana wekîlan destlêdana gelê Kurd e. Songul Kapanciyê êrîşên li dijî wekîlên HDP'ê şermizar kir û got ku HDP li Tirkiyê li dijî wan rewşan e yên ku pêşiya aşitiyê digrin. Songulê anî ziman ku li dijî HDP'ê pêlek xedexekirinan destpêkiriye, ew xedexekirinên bi rakirina destnedana ku meclîsê hatiye kirin destpê kir.
'Bi zîhniyeta tasfiyê hêza temsîlî ya jinê ya li meclîsê hedef digrin’
Songulê diyar kir ku li Tirkiyê tê xwestin ku pêşiya sîyaseta demokratîk bê girtin, birêveçûnek tekparêz û faşîzan he ye. Songulê dazanîn ku tenê partiya ku dê bikaribe pêşiyê li ber vê rêveçûnê bigre HDP ye. Songul bilêv kir ku HDP'ê bi xeta xwe ya azadiya jinê xeta AKP ya mêrperest hejand ji ber vê yekê AKP dixwaze HDP ê hedef bigre. Songul destnîşan kir ku Desthilatdarî dixwaze îradeya gel teslîm bigre û mafên vê yên jiyanî desteser bike û got; "Em zîhniyeta AKPê ya ku bi hêrsa mêrperestî û netewperestî êrîşê hilbijartiyên me dike, baş nasdikin. Ew in yên ku li dijî kûştinen jinan , îstîsmarên zarokan tenê polîtîkayeke wan a li hev girtî tun ye û yên ku dixwazin hertim perpirsyaran paq bikin, ew in yên ku tehamulê yek dengê biçûk bo aşitiyê û demokrasiyê nikarin ragirin." Songulê anî ziman ku AKP serokwezîr hewldidin meclîsê tasfiye bikin û wiha dom kir; "Ev planên tasviyeyê ev demeke direj e ku her wisa hêza temsîlî ya jinê ya li meclîsê jî hedef digrin. Plana avakirina sîyaseteke ku ayîdê jinê bixwe ne, êrîşkirina îradeya me ya di meclîsê de ya veguherîner e jî."
‘Gel li kolanan parlementer jî li meclîsê li ber xwe didin’
Safiye Sezgin jî anî ziman tehmûla Serokomar ji parlementerên HDP'ê yên ku li meclisê dengê gel digihînin re nîne û wiha domand: "Dokunulmazlik hat paşdexistin, lê li meclisê bi fîli hatiye rakirin. Di kesayeta Ferhat Encu de êrîş ser hemû parlementeran û hemû gel hatiye kirin. Çawa gel li kolanan di berxwedanê denin, parlementer jî li meclisê di berxwedanê denin."
'Yên nêzî Onlara dokunanlar karşılarında bizleri bulurlar'
Hayriye Kaya jî da zanîn ku di vê pêvajoyê de hem ser gel hem jî ser parlementerên HDP'ê darbe dikin û wiha berdewam kir: "Me xwest dibin şertên zor de jî em bi têkoşînê re siyasetê bikin, lê ji vê re jî tehmûl nekirin. Dixwazin me gelê kurd tine bikin. Ev 40 salin ji ber em li ber xwe didin tên qetilkirin. Ji bo çareseriyek ji van komkujiyan re bêdîtin me parlementerên xwe şandin meclisê. Em li peyî parlementerên xwe ne û emê her tim alîkariya têkoşîna wan bikin. Yên nêzî wan bibin dê me li hemberî xwe bibînin."
(şsç/zt)