Li gundê Sorkê dema mast û penîr e
09:00
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Li Kantona Efrînê bazar bi berhem û kedê jinan reng daye. Reşîde Kolîn diyar kir ku ew li malê şîr, mast, penîr û rûnê çêdike û li bazarê difroşe.
Li Kurdistanê xwedî kirina sewalan wek çandek ji dîrokê heya roja îro bi kedê jinan tê jiyandin. Li Kantona Efrînê jin hem sûdê ji xwezayê dewlemend digre hem jî bi xwedî kirina sewalan debara xwe dikin û çanda hebûnê didin jiyandin. Jinên ku bi kedên zirav xebatê xwe dikin, diyar kirin ku ew berhemên xwe dikin xizmeta mirovahiyê. Penîrên kezî, penîrê spî, nivîşkê zer, keşk û mast di malên xwe de amade dikin û paşê didin dikanan. Li bazarên Efrînê keda jinan di refên dikanan de li benda mûşteriyên xwe ne. Her wiha piraniya dikan û şirîngehên ku şîr bi kartînin jî bûne mûşteriyên van jinên kedkar.
'Divê tevahî mirov nêzî xwezayê xwe bijî'
Jina bi navê Reşîde Kolîn ji gundê Sorkê ya ser bi navçeya Raco ya Kantona Efrînê ye. Reşîde diyar kir ku ew mast, penîr û nivîşk çêdike û da zanîn ku berhemên ku ji şîrê sewalan pêk tê ji bo tenduristiyê mirovan gelek baş tê. Reşîde anî ziman ku divê tevahî mirov nêzî xweyê xwe bijîn û wiha got, "Şîr û mastê xwezayî yê me, hestiya xurt dike û herwiha diranan saxlamtir dike." Reşîde berhemên ji şîr di mala xwe de amede dike û yên ku zêde jî li bazarê difiroşe. Reşîde got, "Jinên gundê Sorkê piranî bi xwedîkirina sewalan jî mijûl dibin û berhemên xwe dibin li bazaran difiroşin."
Di bazaran de bi firotina berhemên xwe jî, pêdiviyên malê wek birinc, şekir û cilan pêk tînin.
(rc)