Jinên gundê Dizê ji hiriya sewalan livas û nivînan çêdikin

09:01

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Jinên gundê Dizê li ber veçirîna hiriyê re sohbet dikin û çaydanê çayê jî ji sohbeta xwe kêm nakin.

Li gundên pesarên Zagrosan despêkê sewal hatîn kedî kirin û xwedîkirin. Bi xwedîkirina sewalan re mirov hînbûn ku ji şîr û hiriya wan sudê bigirin. Çawan ji şîrê wan gelek cureyên xwarinê çêdikin ji hiriya wan jî gelek cureyên livasan û nivînan çêdikin. Gundê Dizê jî yek ji gundên ber pesarê Zagorosan ê bi çanda xwezayiya çandinî û sewalvaniyê jiyana xwe berdewam dike ye. Jinên gundê Dizê ji hiriyê kincan û nivînan çêdikin.

Sedef Er diyar kir ku ew hem nivînên xwe û hem jî gelek kincên xwe yên zivistanê ji hiriya pezê xwe çêdikin û wiha domand: "Piştî ku em pezê xwe dibirin, em hiriya xwe baş dişon didin tavê ziwa dikin. Em çayekê didin ser koçan û banî cîranên xwe dikin, hemûyan li derdora testa hiriyê komdikin û bi hev re dest bi veçirîna hiriyê dikin. Em him hiriyê diveçirin, him jî li ber çayê re sohbet dikin. Em hemû jinên gund bi hev re her roj karê malekê dikin. Em van karên giran ên weke veçirîna hiriye û çêkirina nivînan jinên gund bi hev re dikin."

(zt)