'Kedê jinan bi têkoşînê wê bê dîtin'

09:04

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TMIR- Jinên bajarê Til Temir 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, li jinên kedkar pîroz kirin û girîngiya kedê jinan nirxandin.

Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê herî bêtir li cihê ku ked pîroz tê dîtin, li Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin. Bi vê rojê re pênaseya kedê jî dubare hate kirin. Jinên li Til Temir a Kantona Cizîrê keda jinan bi bîr xistin û gotin ya "Xwediyê keda herî mezin jin e, lê ya ku keda wê nayê dîtin jî jin e."

'Pergala desthilatdariyê kedê jinan bin pê dikin'

Fedîle Bişar cejna kedkarên cîhanê bi taybet li jinên Kurd pîroz kir û wiha got, "Jin xwedî kedeke pir mezin e, lê keda wê di nava destê desthiladaran de tê wendakirin. Jixwe keda jinê ya di mal de qet nayê dîtin. Ya ku zarokan xwedî dike, wan bi êş û zoriyên pir mezin, mezin dike, malê birêve dibe jin e. Lê zilamê desthilatdar ku xwediyê zihniyeta serdeste keda jinê înkar dike. Divê were dîtin ku ger jin tune be, tu tişt jî nabe. Lewma divê hem jin xwedî li keda xwe derkevin hem jî civak ji vê re hurmet nîşan bide."

'Kedkara sereke jin e'

Ferîde Emîn jî got, "Keda jinê li her derê heye. Mixabin yan keda wê nayê dîtin an jî piçûk tê dîtin. Lê divê herkes xwe deyne şûna jinê û bibîne ku jin çiqas zehmetî dikişîne. Mirov dikare bi bone 1'ê Gulanê roja Kedkarên cîhanê vê yekê bêje ku ya herî zêde jin ked dide. Lewma kedkara sereke jin e. Ferîde Emîns spasiya jinan kir û got "Ez bi hêvî me ku herkes û bi taybet jin keda xwe di warê avakirina civakê de bilind bikin û ji cîhanê re bibin mînak. Encex em bi têkoşînê bikaribin keda jinê bidin jiyandin."

Xedîce Asim jî got, "Pêwîste jin keda xwe bibîne û ji bo keda wê were dîtin jî têbikoşe. Divê jin li mafê xwe xwedî derkeve. Destûr nede keda wê vala biçe." Xedîce bang li hemû jinan kir ku xwedî li mafê xwe derkevin û hêvî kir ku hemû jin destek bidin hev û kar û xebateke baş bikin ji bo civakê ku bi sedsalan hatiye perçiqandin.

'Bi saya Rêber Apo êdî keda jinê nayê înkarkirin'

Fehîme Yûnis berxwedan û keda jinê anî ziman û got, "Ez roja kedkaran li jina karker û kedkar pîroz dikim. Di tevahiya dîrokê de jinê xwîdan rijandiye û pir kar û xebat kiriye. Ligel vê nayê dîtin. Li beramberî vê bi saya Rêber Apo êdî zilam nikare wek berê keda jinê înkar bike. Ev yek jî wateyê dide têkoşîn û zehmetiyên me. Em ê têkoşîna xwe ya ked û azadiyê bigihînin encamê."

(en/rc)