Ji Radyoya Çira Şengal Awazên Êzidîxan ê
09:04
Delîla Axîn/JINHA
ŞENGAL - Piştî fermanê jinên êzidiyên çiyayê Şengalê dibiniya Êzîdxanê de xwe rêxistin kirin. Di aliyê çapemeniyê de jî li ser Radyo ya Çira Şengalê bûn dengê berxwedana Şengalê li hemberî hemû fermanan. Jinên xebatkarên radyoyê gotin: "Ji bo em dengê Êzidiyan bigehinin her derê divê em radyo ya xwe mezintir û xebatkarê xwe zêdetir bikin."
Ji lutkeya çiyayê Şengalê li ser radioyê dengê jinên êzidî. Şengaliyên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn xwe di çiyayê Şengalê de sitar kirin. Jinên ku weke hemû fermanan zinarên çiyayê Şengalê ji bo xwe stargeh dîtin û xwe têde parastine. Jinên Şengalê dibin banê Êzidîxanê de jiyanê ji nû ve avadikin. Ji çandiniyê heya çapemeniyê jin reng didin hemû qadên jiyanê. Di radyoya Çira Şengalê de dengê jinên êzidî guhdar bikin û hînî jiyana çiyayê Şengalê bibin.
Xebatkara radyoya Çira Şengalê Ruken Şengalî di derbarê xebatên radioyê de wiha axivî: "Radyoya me di 7'ê mijdara sala 2015'an de li ser dest bi weşanê kir. Bername 'Sıbeha Êzîdxenê' haftiyê şeş rojan, bernama daxwezî heftî sê rojan tê pêşkeş kirin û bernama olî jî heye. Bernama 'Awazê Êzidxanê' bernameyek çandiye û stranbêj tevlî dibin. Em di dema pêş de bernama jinê, bernama şervanên azadiyê û nûçe pêşkêş dikin. Ev radyo li ser esasê dengê Êzîdxana berxwedêr bi Cihanê bide guhdar kirin hat vekirin. Niha derfetê miletê me pir kêmin. Gelê me di konan de jîyan dikin, kehrebe nîne, nikarin li televizyonê temaşa bikin. Ji ber van şertan herî zêde li radyo guhdar dikin. Li Şengal ê tenê mirov bi rêya radyoyê dikare agahiyan bigire."
'Çira Şengal li Bakurê Kurdistanê jî tê guhdar kirin'
Xebatkara radyoyê Şengal jî diyar kir ku radyo ya Çira Şengal ji bakur heya Rojava yê Kurdistanê tê guhdar kirin û got; "Radyoya me li herêmek berfireh tê guhdarkirin. Ji Dêrik heya Qamişlo ji Dihok heya Zaxo, Mexmur ji Silopi heya Cizira Botan tê guhdar kirin. Ji sê aliyê Kurdistanê guhdarên me hene û gelek daxwaziyên wan ji çê dibin. Heri zêde gelê me yê Şengalê stranên derbarê fermanê û berxwedanê de daxwaz dikin. "
'Radyo dengê Şengalê ye'
Xebatkara radyo ya Çira Şengal Riham Xankî jî balkişand ser mezin kirina radyo yê û wiha axivi; "Ji bo em dengê Êzidiyan bigehinin her derê divê em radyo ya xwe mezintir û xebatkarê xwe zêdetir bikin. Ji ber gelek bernameyên ku em plan dikin hene. Divê hemu ciwanên Êzidi xwedi li radyo ya xwe derbikevin û ji bo pêşketina wê xebat bikin. Radyo li Şengalê roleki mezin dilize. Ji bo vê ji em bi dil û can di vê radyo yê de kar dikin. Taybet gelek daxwazên jinan çêdibin."
(zt)