Jinên Rojava êrîşê çeteyan hember Şêx Meqsûd şermezar kirin
09:42
JINHA
NAVEDA NÛÇEYAN -Jinên li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li beramberî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê nirxandin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Ji ber êrîşê çeteyan bi dehan sivîl jiyanê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû. Têkîldarê mijarê jinên Rojava ên bajarê Hesekê, Til Temir û Kantona Kobanê piştgriya xwe ji berxwedana li taxa Şêx Meqûsd dane diyar kirin û xwestin ku tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê li beramberî van êrîşan bisekinin.
'Alîgirên azadiyê bi berxwedana li Şêx Meqsûd re ne'
Rêvebera Desteya Perwerdeyê ya Bajarê Til Temir Cemîle Mihemed êrîşên hovane yên bi ser Şêx Meqsûd wek mijarek ku nayê qebûlkirin nirxand û berxwedana gel silav kir. Cemîle Mihemed di destpêka axaftina xwe de got: "Şex Meqsûd ne bi tenê ye, herkes ku alîgirê azadî û wekheviyê ye bi berxwedana li Şêx Meqsûd re ye. Divê em vê têkoşîna xwe bigihînin asta ku êrîşa komên çeteyan bidin sekinandin." Cemîle di axaftina xwe de bêdengiya raya giştî ya cîhanê li beramberî van êrîşan nirxand û got: "Ligel ku çeteyên Opozîsyonê ku ENSK jî di nav de cih digire bi çekên kîmyawî êrîşê taxê dikin û berxwedaneke bêmînak a gel li wir tê jiyîn. Bê dengiya hêzên navnetewî li beramberî komkujiyên Şêx Meqsûd pir eşkere nîşan dide ku tiliya van hêzan jî di van êrîşan de heye û ew jî dibin hevparê vê tewana mirovahiyê." Cemîle herî dawî jî bangê rêxistinên Mafên Mirovan û bi taybet jinan kir ku piştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd bikin.
'Kes nikare vîna gelê Şêx Meqsûd bişkîne'
Rêvebera Têkiliyên Jinê a Derve ya Kantona Kobanê Reqiye Behrî Elî got, "Ev şerê ku li ser taxa Şêx Meqsûd pêk tê, binpêkirina agirbestê ye. Jixwe bi çekên kîmyewî êrîşan dikin û piraniya qurbanî jî jin û zarok in. Ev tewanê şer e jî." Reqiye di dewama axaftina xwe de got, "Çawa ku li ser gelê me li Helepçe bi çekên kîmyawî komkujî pêkanîn, niha jî bi heman awayî êrîşên gelê me li Şêx Meqsûd dikin. Ya ku dilêş e, di van êrîşan de hêzên Kurd yên xayîn jî hevkariyê dikin. Em ê tucaran gelê xwe li Şêx Meqsûd bi tenê nehêlin."
Ji Kobanê Şêrîn Mihemed jî êrîş şermezarkir û got, "Qêrîna dayik û zarokên li jêr malên hilweşiyayî de ji guhê me dernakeve. Ev çi wijdan e, çima kes dengê van qêrînan nabihîze? Êrîşkar xwe Misilman îlan dikin, lê belê misilmantî zarokan nakuje, bi çekên kîmya gelê feqîr û hejar nakuje. Ew çiqas hovane êrîş bikin jî dê nikaribin vîn û berxwedana gelê me bişkînin."
'Êrîş wê nekaribe coşa gel têk bibe'
Ji bajarê Hesekê jî Mêsra Hemo got: "Êrîşên hovane li ser gelê me Şêx Meqsûd ji aliyê hêzên terorîst ku ENKS jî di nav de ye pêk tên. Ev hêz tucar nikarin vîn û moralê gelê me lawaz bikin. Jixwe bi îlankirna sîstema fedal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê re gelê me hîna bihêztir bûye. Em ê di jiyana azad û nirxên mirovahiyê de israr bikin"
'Serketin para berxwedêran e'
Fatma Hesen ji Hesekê jî wiha got, "Dijminên hov bi hemû çekên giran êrîşê jin, zarok, kal û pîran dikin. Pir eşkere ye êrîş bi alîkariya çeteyên AKP'ê û Erdoganê faşîst pêk tên. Ew bi hezar qat zêdetir jî êrîş bikin, dê serketin her para gel û berxwedêran be."
Enûd Feryo bi bajarê Hesekê jî got, "Ez van êrîşên dij-mirovahiyê li ser gelê me li Şêx Meqsûd lenet dikim. Em bangewaziya rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî van hovîtiyan bêdeng nemînin. Bi têkoşîna mirovahiyê em bikarin rijandina vê xwînê bidin sekinandin."
(kom/rc)