Li Til Temir dewreyê perwerdê ji bo gelê Ereb vebû
09:50
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR - Li ser daxwaza gelê Ereb li Bajar, li Naveda Zanist û Ramana Azad dewreyek perwerdeyê bi zimanê Erebî destpê kir.
Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê cara yekeme li ser daxwaza gelê Ereb dewreyek taybet a perwerdeyê bi zimanê Erebî vedibe. Dewre li Navenda Zanist û Ramana Azad bi navê Şehîd Îbrahîm dest pê kir. Di vê dewreyê de 21 rêveberên sazî, endamên komînên bajar û gundên derdor cih digrin û wê 20 rojan bidome. Perwerdeyên di vê dewreyê de dê tev bi zimanê Erebî bin. Waneyên di perwerdeyê de jî wiha ne: Girîngiya Perwerdeyê, Rêbazê Danûstendina civakî, çand û exlaq, welatparêzî, ol û civak, dîrok Kurdistanê û têkîliya Kurd û Ereban, dîroja jinê, dîroka Sûriyê û Rojava, Netewa Demokratîk, Rêveberiya Xweser û parastina rewa.
Dewre bi axaftina rêveberê Navenda Zanist û Ramana Azad Şiyar Rojava dest pê kir. Şiyar Rojava girîngiya vê dewreyê jî wiha anî ziman, "Em ê hewl bidin di vê dewreyê de rastiyê bidin naskirin, bi rêya pewredeyê em ê kesayeteke rast û xurt di hundirê her mirovekî de ava bikin ta ku her yek ji me bigihîje rastiya xwe. Ev pêngav gavek girînge ji bo pêşxistina civakê."
Endama dewreyê Wefa Eleabêd nêrîna xwe li ser perwerdê û girîngiya wê anî û got, "Ji bo her mirovek dîroka xwe nas bike û vegere cewherê xwe yê rast perwerde girîng e. Ji ber bi hezaran sal sîstema qirêj li ser civakê hatiye meşandin û ji rastiya xwe hatiye dûrxistin." Wefa bang li hemû mirovan kir û bi taybet li jinan kir ku bila dîroka xwe nasbikin û wiha pêde çû, "Divê mirov zanibe ku çi polîtîka li ser me hatine pêkanîn. Ez bi hêvî me ku her jinek tevlî perwerdê bibe û ji rastiya xwe dûr nekeve."
(rc)