Girtî: Her kêliyê dibe ku me înfaz bikin
11:14
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Li girtîgihên Tirkiye û Kurdistanê êrîş û tundî berdewam dikin. Xizmên Girtiyên Girtîgiha Tîpa F ya Kirklarelî gotin ku li ser girtiyan êrîş, îşkence û serdegitinên qawişan zêdetirdikin. Yek ji xizmên girtiyan di derbarê rewşa wan de got: "Hevjinê min li min geriya û bi van gotinan tindiya li ser wan berdewam dike vegot; 'Niha jî dibe me înfaz bikin û ewlehiya canê me nîne.'"
Her roja diçe li ser girtiyên siyasî êrîş, îşkence û serdegirtin zêdetir dibin. Herî dawî piştî ku midurê Girtîgiha Kirklarelî Tîpa F hat guhartin li ser giritiyên siyasî êrîş û şiddet zêdetir bûn. Xizmên girtiyan diyarkirin ku ew ji bo jiyana xizmên xwe yê girtîgihê bifikarin.
'Midurê niha li ser girtiyên me tundî di meşîne'
Xizmên girtiyan gotin ku ew ji bo jiyana xizmên wan yên girtî bifikarin û wiha gotin: "Girtiyên nexweş nabin revirê. Girtiyên nexweş ku pewiste bi tenê nemînin dixin qawişên bi tenê û pêwîstiyên girtiyên nexweş dabîn nakin. Girtiyan dernaxin qada hevpariyê ku hevdu dibinin û cezayê wek hobi didin girtiyan. Rêvebirên girtîgihê cezayê 7 miha hevditin û telefonê daye girtiyan. Ji bo ku berî niha midurê girtîgihê başbû ew birin midurekî din anîn dewsa wî. Midurê niha li ser girtiyan hemu tundiya dimeşîne."
'Wê me înfaz bikin'
Xizmên girtiyên siyasî destnîşan kirin ku Alaattin Çakici yê bi navê şefe mafya tê binav kirin û falîyetên mafya dimeşîne birine Gitîgiha Tîpa F ya Kirklarelî û gelek girtiyên siyasî hatine surginkirin û wiha dom kirin: "Li girtigihê tenê 160 girtiyên siyasî mane. Ji girtiyên edlî li gel Aladdin Çakici 8 kes mane. Diyare ew 8 kes jî zilamên Aladdin Çakici ne." Ji aliyên din ve xizmên girtiyan gotin ku gardiyan hertim li ser girtiyan îşkence dikin û wiha gotinên xwe dawî kirin: "Gava hevjinê telefon vekir wiha got; 'Tiştên li ser me tên kirin ez nikarim di telefonê de bêjim û em li ber telûka înfazê ne.'
(dt/zt)