'Ji bo jiyankirinê berxwedan mafe'

12:16

Sarya Gozuoglu /JINHA

AMED - Michaela Soellinger a ku di nava heyeta Navnetewiya Lihember Şer de cîh digire diyar kir ku ne tenê jinên di nava şer de, divê hemû jin di berxwedanê de cîh bigirin û got: "Ez difikirim ku ji bo jiyankirinê berxwedan mafe. Di mijara mirov çawan xwe rêxistin bikin de, jin ji ceribandinên xwe yên berê dizanin, ev bi civakê re parkirin gelek giringe."

Heyeta Navnetewiya Lihember Şer ji bo êrîş û komkujiyên piştî îlana rêveberiyên xwecihî li Kurdistanê dest bi lêkolînan kirin. Serokê Desteya Rêveberiya Heyeta Navnetewiya Lihember Şer Shristine Schweizer da zanîn ku piştî lêkolînan dema vegerin welatê xwe dê di nava hewildanan debin û bilêv kir ku di lêkolînên kirine de herî zêde dîtin jin rastî bêmafiyan hatine û wiha domand: "Li malbatan nêrîn dibin berpirsiyariya jinan dene. Ez difikirim ku di vê pêvajoyê de jinan gelek êş kişandine. Di vê pêvajoyê de herî zêde jin bandor bûne. Bêguman mêr jî di vê pêvajoyê de gelek bandorbûne, lê ji ber ku berpirsiyariya jinan zêdetire, ji bo wê jî zêdetir jin bandorbûne."

'Di berxwedanê de cîh girtina jinan nîşandeya azadiyê ye'

Christine, balkişand ser di dema şer de zêdebûna şideta ser jinan û wiha berdewam kir: "Em difikirin bi çî awayî be divê çareserî ji şideta heyî re bê dîtin. Jin yan mêr di şer de kî hebe, çareserî ne di şer dene. Lê di berxwedanê de cîh girtina jinan nîşaneya azadiyê ye, di qadan de cîh girtina jinan vê radixe berçavan. Ji ber jinan di vê berxwedanê de jiyana heyî red kirine, ji bo jiyanek nû hebûna xwe didin nîşandan. Di qadan de sekna jinan û rolên cuda girtina wan li ber çavane. Mînakên vê di welatên dinê de jî hene."

'Ji bo Kurdistanê çî ji destê me bê emê bikin'

Christine, bilêv kir ku wan bi saziyên jinan re jî hevdîtin kirine û wiha dom kir: "Divê em van mijaran binirxînin. Me bi zêdeyî agahî girtine. Dema ku em vegerin welatê xwe jî emê têkoliyên xwe yên bi saziyên jinan ên vêderê re qut nekin. Emê hewilbidin tiştinan bikin. Ji bo ku welatê me jî di vê mijarê de baldarbe, emê di nava hewildanan debin. Hîna em dibin bandora hevdîtinên ku me kirine denin. Ji bo Kurdistanê çî ji destê me bê emê bikin."

'Me li Kurdistanê jinên pir bihêz naskirin'

Michaela Soellinger a ku di nava Heyeta Navnetewiya Lihember Şer de xebat dike jî destnîşan kir ku wê li Kurdistanê gelek jinên bi hêz û bibandor naskir û wiha domand: "Di dema şer de ez li Kolombiya û Guatemala jî mam. Li wan deveran jî jinan di nav berxwedanê de cîh girtin. Li Kurdistanê jî rewşek wiha heye. Di refên pêş de bi mêran re cîhgirtina jinan gelek giringe. Li FARC'ê jî jinan di eniya pêş de cîh girtine. Di demên dawî de gelek bêmafiyên hatin kirin derketin, jinên gerila jî ji wan bêmafiyan para xwe girtine, lê bêmafiyên li ser jinên gerila ji aliyê leşkerên mêr ve hatine kirin. Gelek tiştên jin ji civakê re bêjin hene."

'Berxwedan ji bo jiyan kirinê mafe'

Michaela bilêv kir ku divê ne tenê jinên di nava şer de hemû jin cihê xwe di berxwedanê de bigirin û wiha berdewam kir: "Biwêjek li Îspanya pir tê xebitandin wihaye; 'vivir es resistir', wateya wê 'berxwedan jiyane.' Ji ber ku berxwedan bi xwe jî jiyane, ez difikirim ku mafek bingehîne, lê ev rîskek mezin a jiyanî digire. Di heman demê de weke Heyeta Navnetewiya Lihemberî Şer kampaniyayek me ya îmzayan heye û hîna berdewam dike. Di nava kampaniyayê de komên tenê ji jinan jî pêktên hene. Emê van hîn zêdetir zindî bikin û têkoliyên wan bi rêxistinên jinan ên vêderê re çêkin."

'Di rêxistinbûnê de ceribandinên jinan ên jiyanê hene'

Michaela anî ziman ku gelek tiştên jin bidin civakê hene bêyî ku mêr dubare bikin û wiha dom kir: "Divê mirov çawan bên rêxistinkirin ceribandinên jiyanê yên jinan hene, van ceribandinên xwe bi civakê re parkirin gelek giringe. Ev bêyî ku têkevin dubarekirina mêran, ji ber jinbûn û baldarbûna wane. Niha jin li cihên qedexe xebatan birêve dibin, me ji wan jinan hevpeyîvîn girtine. Ev ji bo min mînakek herî binirx a rêxistinbûna jinane."

(zt)