Li Ozgur Gundemê Nobeta Hev Gerînendeyan
12:40
JINHA
STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî lêpirsîn û dozan dê li avahiya xwe civina çapemeniyê pêk bîne û bi şîara "Çapemeniya Azad, Welatê Azad" dest bi kampanya "Nobeta Hev Gerînendeyan" kir. Kampanya bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê dest pê kir. Nobeta ewil Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) Nevîn Erdemir û Hakki Boltan dewir girtin.
Rojnameya Ozgur Gumdemê bi boneya zext û zorên li ser wê zêde dibin û der barê Hevgerînendeyên wê de lêpirsîn û doz tên vekirin kampanya "Nobeta Hevgerînendeyan" da destpêkirin. Kampanya bi şîara "Çapemeniya Azad, Welatê Azad" û bi civîna rojevê ya rojnameyê dest pê kir. Kampanya ku bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê dest pê kir. Nobeta ewil Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) Nevîn Erdemir û Hakki Boltan wergirtin.
Hevserokên OGC di saetên serê sibê de hatin rojnameyê û civîna rojevê bi rêve birin. Dîsa nûçeyên der barê geşedanên rojê de niqaş kirin. Hevgerînendeyên Nobedar dest bi karê xwe kirin û rûpel amade kirin. Têkildarî kampanyayê dê îro saet di 13.00'an de li avahiya Rojnameyê civîna çapemeniye bê lidarxistin.
(zt)