CRA: Dê rastî di tariyê de nemîne
12:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê diyar kir ku di vê rojê de bi îhlalên mezin re rû bi rû ne. CRA'yê da zanîn ku ew vê rojê bi kuştin, binçavkirin, girtin, sansur û cezayan pêşwazî dikin û li hemberî van êrîşan bêdeng namînin.
Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhane daxuyaniyek nivîskî weşand. CRA'yê da zanîn ku di vê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) cara 36'emîn hat sansurkirin û nûçegîhanên wê Erdogan Alayumat û Ergin Çaglar, li navçeya Altinozu ya Hatayê dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin.
CRA'yê di daxuyaniyê de wiha got: "Li gorî daneyên şênber aşkere ye ku li Tirkiyeyê mirov ninakare behsa azadiya çapemeniyê bike. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de gelek welatên cîhanê li pey xwe hiştiye. Bi taybetî di sala 2016'an de binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Di 4 mehên ewil ên 2016'an de kuştin, binçavkirin, girtin, sansur, qedexe, cezayên pereyan û gef gelek zêde bûye. Di 4 mehên dawî de 4 rojnameger hatin qetilkirin. 82 rojnameger hatin binçavkirin. 15 rojnameger hatin girtin. Heta niha 42 rojnameger girtî ne. Dîsa bi tawanbariyên 'Casus', 'darbekar' û 'terorist' tên darizandin û ji xalên TCK u TMK'ê doz li wan hatiye vekirin û 5 cezayên heta heta, 2 hezar û 229 sal û 6 meh cezayên girtîgehê rastî gefan tên. Tenê ji heqareta Serokomar Erdogan der barê 53 rojnamegeran bi giştî der barê 86 kesan de ji xala 125 û 299'an ên TCK'ê doz hat vekirin. Bi dehan saziyên weşanê rastî cezayên pereyan hatin û doz li wan hat vekirin. Gelek saziyên çapemenyê ji aliyê Keyumê ve hatin desteserkirin."
CRA, destnîşan kir ku dema li van daneyan dinere çapemenî li Tirkiyeyê ne azada e û tê xwestin ku Tirkiyeyê di tariyê de bihêlin. CRA, heri dawî destnîşan kir ku ew van êrîşên li ser capemeniyê şermezar dikin u li hemberi van êrîşan bêdeng namînin û dê her dem rastiyan ronî bikin û parve bikin.
(zt)