Dewreya perwerdê ya Sêvê Demîr bi dawî bû
13:08
JINHA
RIMÊLAN - Dewreya Sêvê Demîr ya Akademiya Star ya Ramana Azad bidawî bû.
Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê di binesaziya Akademiya Star a Ramana Azad dewreya Sêvê Demîr yê ku hatibû dest pêkirin bi dawî bû. Dewre di 15'ê Adarê de bi tevlîbûna 28 endamên Kongreya Star dest pê kiribû û duh bi encam bû. Endama dewreyê Rêhan Temo derbarê encama perwerdê de wiha got, "Em ji bo ku di warê civakî, bîrdozî de xwe pêş bixin, bi taybet jî cewherê xwe nas bikin, hatin vê perwerdeyê. Me bi rêyan waneyan jî hîna bêtir rol û mîsyona xwe wek jin nas kir."
Endameke din a dewreyê Wehîde Xelîl wiha got, "Ez bi xwestek hetim perwerdeyê. Ez di karê rêxistinkirina jinê ya Kongreya Star de dixebitim. Lewma pêdivî hebû ku ez xwe di aliyê fikir û raman de xurt bikim."
Wehîde anî ser ziman ku ew wek jin pêhesiyaye ku bi tene nîne, êş û pirsgirêkên jinan hevbeş in. Lewma ji jinan xwest ku jin bi rêya perwerde kirina xwe di warê pêşxistina xwe de gav biavêjin."
Endameke din a perwedeyê Bêrîvan Cûmha jî kêfxweşiya xwe ya serketina dewreyê wiha parve kir "Di esas de perwerde ji bo mirov kêmasiyên di kesayeta xwe de bibîne, pêş dikevin û min jî pir aliyên kêm û nebes di vê demê de keşf kir." Bêrîvan ji jinan xwest ku jin tevahiya derfetên perwerdeyê ji bo xwe bikar bînin.
(rd/rc)