Li Şirnexê malan xiradikin

13:38

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexa ku ev 50 roj e rastî êrîşan tê, ji duh şevê ve bênav ber tê bombebaran kirin. Li bajêr gelek avahî şewitîn, li gel vê pevçûn didomin.

Li şirnexê li hemberî êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê ev 50 roj e berxwedana xwerêveberiyê didome. Ji duh şevê ve bi tank û topên li derûdora bajêr hatine bi xih kirin, taxên wek Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê bênav ber tên topbarankirin. Ji ber bombebaranê semayên bajêr bi duxanê hatiye nixumandin û agir bi gelek avahiyan ket. Her wiha dîsa bi wesayîtên zirxî yên li hawirdora taxên verxwedanê hatine bicihkirin jî tax bênavber bi çekên giran tên gulebarankirin. Bi bombebaranê re hêzên dewletê yên hewldan têkevin taxên wek Îsmetpaşa, Bahçelîevler, Yenî û Cûmhûriyetê rastî berxwedana endamên YPS/YPS-JIN'ê hatin û bi cê re pevçûnên dijwar rûdan. Ji ber pevçûnên dijwar derbareyê mirî û birîndaran de tu agahî bi dest neketin.

Hêzên dewletê li taxên Dîcle û Gazîpaşayê li kuçe û kolanan hemû avahiyan dirûxînin û dişewitînin.

Her wiha li bajêr liv û tevegra ambulans û helîkopteran jî balê dikêşe.

(kom/zt)