ÎHD'a Colemêrgê ji bo êrîşên ser parlementerên HDP'ê daxuyani da

13:50

JINHA

COLEMÊRG - Di derbarê êrîşên li meclisê ser parlementerên HDP'ê tên kirin de ÎHD'a Colemêrgê daxuyanî da.

Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê der barê serdestkirina Parlementerên HDP'ê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyani ji aliyê Hevserokê ÎHD'ê Îsmail Akbulut ve hat xwendin û got: "Kesên ku ji dengê gel ve hatin hilbijartin ji aliyê parlementoyê ve ji ber fikrê wan ên siyasî dixwazin ku dest te ser bikin. Li ser gelek parlementerên HDP'ê ji lêpirsin hatine vekirin. Ev tişt ji aliyê demokrasiyê ve nayê qebûl kirin."

(zyd)