Aşûriyên Til Temir Dayîka Mart Şimonî bi bîr anîn

15:07

JINHA

TIL TEMIR - Bi sedan ji ciwanên Aşûrî ji bo bîranîna 'Dayê Mart Şimonî' li Dêra Qodîs li gundê Til Cima kom bûn.

Roja 3'ê Gulanê wek roja bîranîna 'Dayê Mart Şimonî' ye, ku ji hêla Împaratorê Rom Antonîyos ve tê kuştin. Ev roj ji hêla Aşûriyan ve bi merasîman pêşwazî dibe. Îro jî bi sedan ji ciwanên Aşûrî li Dêra Qodîs a gundê Til Cima, ji bo bîranîna 'Dayîka Mart Şimonî' kom bûn.

Li Dêrê dest pêkê jinên ciwan Încîl xwendin û paşê Ezîzê Dêrê Baxoz Îşaya li ser bîranîna 'Dayê Mart Şimonî' axivî û got, "Dayika Mart Şimonî jineke xurt bû. Di dema Antîyonisê zalim de, azwerî û îmana wê ewqas bilind bû ku 7 zarokên wê bi awayeke hovane li ber çavên wê hatin kuştin, lê dest ji îmana xwe ber nade. Di dawiyê de ew jî tê qetilkirin. Jinek pir pîroz e, divê wek pîrozekê were dîtin." Ezîz Baxoz Îşaya di dawiyê de jî ji tevahiya Aşûriyan xwest ku her sal bi vî awayî li bîranîna Dayê Mart Şimonî xwedî derkevin.

Piştî ku Ezîz Baxoz Îşaya axiftina xwe bidawî kir, xwarinên taybet bi rojê hatibûn çêkirin, hate îkramkirin.

(ja/ls/rc)