Selma Irmak: Jinê bi berxwedanê bersîv da polîtîkayên dewletê
09:06
Gulfîdan Ataman/JINHA
WAN -Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Selma Irmak li ser polîtîkayên şer ku dewlet li Kurdistanê daye dest pê kirin û di encamê de gelek jin hatin qetîlkirin nirxandin kir. Selma got ku jinên kurd bi berxwedana xwe bersîv dane polîtîkayên dewletê û jinan li Cizîr, Sîlopiya û Surê bi sekna xwe ya zelal li hemberî dewletê sekînine.
Di rojên dawî de bi taybetî li Kurdistanê tundî û qetilamên jinan ku bi destê dewletê tên kirin gihişt asta herî bilind. Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Selma Irmak têkîldarê êrîşê dewletê yê li hember jinan nirxandin kir. Selma diyar kir êrîşa polîsên dewletê yên hember jin ku mînakê wê li Amedê û navçeyê Xaçorta Wanê di şexsê Ramziye Bor de pêk hatî, wek encamê polîtîkayê şer a dewletê nirxand û got di serî de jin û gelê Kurd di hedefa tine kirinê de ne.
'Şerê li Kurdistanê tundiya ser jinê zêde dike'
Selma di berdewamiya axaftina xwe de got ku hebûna jinê dewletê têxe nav zor û zehmetiyan û wiha axivî: "Dema ku jin di nav civakê xwe bibe xwedî maf û rol bistinê dê wê demê dawî li bêhiquqiya metingeriyê bê. Ev jî polîtîkaya dewletê xira dike. Lewra dewlet di serî de jinê bêdeng dike û bi tundiyê jinê di nav civakê de bê maf dihêle. Dema ku jin di nav têkoşinê de cih bigire de sazûmaniya dewletê xira bibe. Dewlet vê baş dizane û bi her awayî rê li jinê digire. Ji ber vê jinên kurd li Cizîr, Sur û Sîlopiyayê bi seknek rast bersîv da polîtîkayên dewletê û bi berxwedana xwe ji dewletê re gotin ku tu bikujî jî ez heme. Ji ber vê yekê şera ku li Kurdistanê tê meşandin tundiya li ser jinê jî zêde dike."
'Tevahî xebatê jinan rewaye'
Selma got ku hemû xebatên ku jinên dikin ji aliyê gel ve rewa tê dîtin û wiha pê de çû: "Xebat û berxwedana ku jin dike gel pê bawer e. Dema ku civak kar û xebata jinê dibîne xwe tevlî vê xabatê dike. Dewletî jî ji bo vê xebatê asteng bike di serî de êrîşê beden, nasnameya jinê dike û qetliyaman dike."
'Li ser bedena jinê îşkence tê kirin'
Selma di dawiyê de bîlêv kir ku ji ber dewlet ji hêza jinê dîtirse îşkenceyê bi bedena jinê dike.
(ho/rc)