Kelecana ezmûnan li Til Temir dest pê kir

09:07

Sorgûl Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Peymangeha Şehîd Jiyan a bajarê Til Temir, amadekariya ezmûnên xwendevan dike. Xwendekarên ku di ezmûnan de bi ser bikevin dê bibin mamoste.

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê xwendevanên Peymangeha Şehîd Jiyan ku di asta 3. de dixwînin kelecana ezmûnan dijîn. Peymangeh ji niha de dest bi amedekariyê ezmûnan dikin. Dê 7'ê mehê yekemîn ezmûn dest pê bike û 48 xwendevan wê beşdarî ezmûnê bibin. Di çarçoveya amadekariya ezmûnan de rêveberiya peymangeha Şehîd Jiyan, Ayhan Yûnis nêrîna xwe anî ser ziman û wiha got, "Em niha ji bo 48 xwendevanên xwe yên di asta 3. de dixwînin ezmûnan amade dikin. Hevalên me yên ku di ezmûnan de biser bikevin dê di xebatên mamostehiyê de dest bi kar bikin."

Ayhan diyar kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî heya refa 6'an pêk bê, pêdivî bi mamosteyan heye û li ser vê bingehê Peymangeha Şehîd Jiyan 48 kes perwerde kir. Ayhan got asta xwendekaran bi ezmûnan hînbibin û wiha pêde çû, "Ezmûn wê 8 rojan berdewam bike, dê li biranşên ku li peymangehê hatin dayîn û bi taybet li ser xalan: biranşa ziman, pedagojî, zanist, çand, exlaq, dîrok, felsefeyê, ango perwerdeyên hatin dîtin dê ezmûn li ser wan amade bibe. Her rojê dê ezmûnek hebe û 3'ê seatan deme xwendekaran heye."

Ayhan ev agahî jî da, "Ger xwendevan di ezmûnan de biser ketin, dê derbasî perwerdeya havînê bibin û bi mamosteyan re perwerdeya asta 4,5 û 6 ya dibistanan bixwînin. Lê ger bi ser neketin jî dê dubare di branşa ku puan negirtiye bixwîne û emzûn bibîne. Piştî ku peymangeh bidawî kir dê havînê derbasî perwerdeyê bibe û ev perwerde dê 2 meh û 13 rojan dirêj bike. Perwerdeya mamosteyan dê amedekarî ji bo demsala payîzê ya dibistanan be."

Ayhan herî dawî îşare bi perwerdeya mamosteyan jî kir û wiha got, "Em hewl didin ku mamosteyandi warê têkîliya bi xwendekaran re û rêbazê fêrkirina exlaq û çandê perwerde bikin û wan amade bikin ku bikaribin pêşeroja civakê bi zarokên jêhatî ronî bikin."

(en/rc)