Dîcle Hisên: Komên çete bi vîn û dexwaza xwe şer nakin

09:08

JINHA

EFRÎN - Cîgirê Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Efrînê Dîcle Hisên têkîldarê hevakriya dewleta Tirkiyê û komên çeteyan de nirxandin kir û wiha got, "Serkeftinên dîrokî yên giranbiha li Cizîr û Kobanê, bi dest xistina Bendava Tişrînê ya ku dewleta tirkiyê ji xwe weke xêzeke sor diyar kiribû, rizgarkirina herêmên weke Hol û Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê û serçûnên QSD’ê li Kantona Cizîrê re wan hêjt ku darbeyên gran bixwin."

Cîgira Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Efrînê Dicle Hisên hevkariya dewleta tirkiyê û komikên çete yên mîna ENKS’ê, Eniya Elnûsra û hwd weke pirojeyeke têkçûyî û jihevşleî nirixand. Dîcle da zanîn ku ev komikên teror li gorî biryarên desthilatdariyên hêzên navdewletiyê êrîş û projeyan li ser axê Rojava pêk tînin û wiha got, "Eniya Elnûsra û dûvikên wê ji ber têkçûna xwe yê li hember têkoşîn û bersivdayîna bê mînak a Hêzên Sûriya Demokratîk û YPG/YPJ'ê, herêm û gundên ku dagirkiribûn ji ber qelsbûnê difiroşin çeteyên DAIŞ'ê."

'Komên çete bi vîn û dexwaza xwe şer nakin'

Dîcle destnîşan kir ku tevahî komikên çete ji aliyê hêzên derve û nemaze ji aliyê dewleta tirkiyê ve tê bi rêxistin kirin û wiha domkir, "Mirov nikare bibêje ku ev komên çete bi xwestek, vîn û dawaza xwe şerdikin û pevçûnan li dardixînin. Berovajî wê ev kom destekdayîn û biryaran ji derve werdigirin, komikên mayî yên bi navên cuda derdikevin holê weke Eniya El nûsra,Ehrar el- Şam, Feyleq el- Şam û neviyên Selah- El- Dîn giştî bi aliyên derve ve girêdayî ne û berjewendiyên wan hêzan li ser erdê pêktînin. Hevkariya dewleta tirkiyê bi çeteyên ENKS'ê re zêdetir di êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûdî de derket holê û bi awayekî fermî hevkariya qaşo kurdên çeteyên ENKSÊ bi dewleta tirkiyê re diyar bû. Armanca ENKS’ê û tirkiyayê ew e ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bişkînin û qonaxê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin û demokrasiyê dixwazin bikin bayê payîzê û xwe Ii ber hênik bikin, lê ew jî xewn e."

'Di encamê têkoşînê de serkeftinên giranbiha hat bi dest xistin'

Dîcle qala serkeftinê ku li Rojava pêk hatî kir û wiha pêde çû, "Serkeftinên dîrokî yên giranbiha li Cizîr û Kobanê, bi dest xistina Bendava Tişrînê ya ku dewleta tirkiyê ji xwe re weke xêzeke sor diyar kiribû, rizgarkirina herêmên weke Hol û Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê û serçûnên QSD’ê li Kantona Cizîrê, darbeyek mezin li wan da. Her wiha pêngava paqijkirina herêmên derdora Efrînê berî niha bi çend heyvan ji çeteyên El- Nisra û Ehrar El şam bi pêşengtiya QSD’ê jî gavek girîne. Van koman xwestin ku van şikestin û binkeftinan di Şêx Meqsûd de li hemberî raya giştî hildin û siyekê bidin ser. Ji ber wê bi êrîşên cuda cuda û hovane gelê me li Şêx Meqsûd rastî êrîşên dijwar hatin, di wan êrîşan de gel bedelên giranbiha da, bi dehan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji ber wê gel berxwedaniyeke bêhempa da nîşandan. Ev komên çete nikarîn derbasî taxa biçûk bibin ev jî bi xwe ji van hovan re binkeftinek pir mezin îfade dike.

'Dewleta Tirkiyê amedekariya êrîşê Efrînê dike'

Dîcle anî ziman ku komikên çete bi heman rêbazî êrîşê herêmên Şehbayê jî kirine û wiha got, "Ji ber heman sedeman, van komikan berê xwe dan herêmên Şahba yên di destê Qesedê de û xwestin bi desteserkirina van herêman weraftinekê, zextekê û êrîşekê li ser Kantona Efrînê bidin çêkirin. Tê zanîn ku komikên weke; Feyleq el şam, Elnûsra û Tabora Nor- Eldîn bi daxwaz û biryarên dewleta tirkiyê van êrîşan bi rêve dibin, lê ev êrşî rastî berxwedana bê mînak a QSD'ê hat û bi sedan kuştiyê wan çêbûn. Ligel van êrîşan dewleta tirkiyê amadekariyên xwe li ser sînor ji bo êrîşekê li dijî Efrîn û herêmên kurdan dike. Mînaka Kobanê û Cizîrê jî xwe li ber çavan radixe û gotinên me jî diçespîne. Di heman demê de herêmên ewle li Sûriyê tenê li ba Kurdan ango li Rojava mane, ji ber wê ne tenê ev gund hedef tên girtin lê tevahiya herêmên kurdan armanc bi hevkariya dewleta tirk tên girtin."

'Komikên çete bêy ku şer bikin cihê xwe terk dikin'

Dîcle da zanîn ku bûyer ji hev ne qutin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji aliyekî ve bi tank, top û hawinan êrîşî Kantona Efrînên dikin, êrîşî herêmên ku di destê QSD'ê de dikin. Amadekariyên dewleta tirkiyê hene lê gundê di destê wan de jî berdidin. Mirov bibêje ku wan şer kirin û li ber xwe dan jî tiştekî wisan jî li holê de tune ye. Eniya el- nisra gund û herêmên mîna Ezaz, El rahî û Marê firotin DAIŞ'ê. Heke hêzeke leşkerî di cihekî de şer neke û li ber xwe nede û dest jê berde tê wateya ku ew cih firotiye."

'Em êrîş nakin lê li hember êrîşan em ê bersivê herî bi hêz bidin'

Dîcle behsa zagonên agirbestê jî kir û wiha berdewam kir, "Weke ku tê zanîn zagona agirbestê ji hêla navdewletiyê ve hat ragihandin, weke YPG/YPJ’ê ji bo parastina sivîlan em heya dawîn bi biryarên navneteweyî ve girêdayî man. Her kes jî dizane em xwedî seknek wihane. Em dê girêdayî van hevpeymananbin û êrîş nekin lê heke çi êrîş ji aliyê kê ve bi ser herêmên me de pêk were em dê hingê bê bersiv nemînin. Êrîşên ku gelê me armanc bigirin, êrîşên ku xak û herêmên me yên ewle armanc bigirin ji aliyê kê ve dibe bila bibe em ê bersivê bidinê. " Dîcle wiha dawî li gotina xwe anî, "Agirbesta ku hatibû erêkirin ji aliyê raya navdewletiyê ve, ji aliyê me ve tu caran nehatiye binpêkirin, berovajî wê jî me bi cî anî. Em ê hevpeymanên navneteweyî û agirbestê binpênekin lê ev nayê wateya ku em ê li hember êrîşên komên teror ên mîna DAIŞ'ê bê helwest bimînin. Berovajî wê em ê xak û gelê Rojava bi tevahiya pêkhateyan weke erkeke mirovahî ku dikeve ser milê me biparêzin."

(fr/rc)