'Axa me çavkaniya jiyana me ye'

09:09

JINHA

MÊRDÎN - Li gundê Baterê yê Kerboranê her sal ji bo gel ji hevdu durnekevin û zarokên wan bi çanda gund mezin bibin haftiya despêka gulanê di seyrangehekê de gundî li hev kom dibin. Ji jinên ciwanên gund Dilber Turgut diyar kir ku ew ciwanên gund dixwazin li ser axa xwe li gundê xwe bijîn.

Li gundê Baterê yê giredayî Kerborana Merdînê her sal bi boneya gundî ji hev durnekevin û çanda gund neyê jibîrkirin seyrangehek ji bo gundiyan tê amadekirin. Seyrangeh di hefteya despêka gulandê de çêdibe. Hemû gundiyên li deverên cuda dawetî seyrangehê dikin. Îsal jî seyrangiha gund çêbû û gelek gundiyên li deverên cuda dijîn jî beşdar bûn. Ji jinên ciwan ên gund Dîlber Turgut di derbarê seyrangeha gund de nerînên xwe anî ziman û wiha got: "Bi salene em ji gundê xwe dur dijîn û hemu kes li bajaran belavbûn. Di sala 1994'an de gundê me ji aliyê dewletê ve hat xira kirin û hemu gundî li bajaran belav bûn. Ez 3 sale têm seyrangeha gund. Em ciwan bi vê seyrangehê keyxweş dibin. Armanca sereke ya seyrangehê ji bo ku jin, zarok, ciwan hemû gundî li hev kombibin û çanda gund neyê jibîrkirine."

'Ev seyrangeha me ya 3'emîne'

Dilber destnîşan kir ku piştî sala 2003'an gundê wan ji nûde ava bû û wiha keyfxweşiya xwe ya ji bo ji nû ve avakirina gund anî ziman: "Îro bi hatina seyrangehê ez gelek keyfxweşim û ji bo min rojek gelek girînge. Em êdî naxwazin gundê me bên xira kirin û em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Min di xwest ez li gundê xwe bi çanda xwe mezin bibim, bawerim hemu ciwanê ku hatin seyrangehê wek min dixwazin li ser axa xwe mezin bibin. Di heman demê de ve roj em ciwanê ku li bajarê cuda mezin bûne roja seyrangehê hev nasdikin. Bajar wek girtîgihê girtî bûne, ji bo wê em dixwazin li ser axa xwe mezin bin."

'Be ax jiyan nabe'

Dîlber bilêv kir ku bê ax jiyan nabe, bi salane ew ji axa xwe dur mezin bûn û wiha dom kir: "Axa me nasnameye ji bo wê divê em xwedî li axa xwe û li nasnama xwe derkevin. Ez bi xwe ji xwezayê pir hezdikim gava rojek jî be em têne gundê xwe ez keyfxweş dibim. Êdî li gund hemu kes xaniyan ava dikin ev ji bo min keyfxweşiyek mezine, bese êdî em naxwazin bi hesreta gund bijîn, em dixwazin ji bajaran vegerin gundê xwe. Ji loma gelek kar dikeve ser milê me ciwanan, dibe ne tenê di seyrangehê de em werin cem hev, em hewl bidin ku li gund dara biçînin û li gund carek din male xwe ava bikin. Di heman demê de dayîk îro bihev re xwarin dixwin û heya 4- 5 malbat bihevre xwarina xwe amede dikin. Bi van seyrangehan û hatina gund em jiyana komînal jî dijîn."

(dt/zt)