'Em ê ji bo azadiyê Abdullah Ocalan têbikoşin'
09:10
JINHA
STENBOL - Jinên ku bertek nîşanî tecrîta girankirî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan gotin, "Azadbûna Birêz Abdullah Ocalan azadiya tevahî civakê ye. Tenê Ocalan dikare aştî pêk bîne. Têkoşîna me ne ji bo rakirina tecrîtê, ji bo azadiya Ocalan dê dewam bike. Tecrîta ku li hember Abdullah Ocalan tê pêk anîn tê wateyê êrîşê hember jinan."
Tecrîta girankirî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gelê Kurd wek rêberê xwe dipejrîne dewam dike. Ji bo dawî li tecrîtê bê û Abdullah Ocalan bê azadkirin li her qadê jiyanê têkoşîn tê dayîn. Jinan diyar kirin ku bi berdewamkirina tecrîtê re, polîtîkayê şer giratir dibe û gotin qeyrana siyasî zêdetir dibe. Jinan anî ziman ku divê tecrît tavilê bê rakirin û gotin pêwîste Abdullah Ocalanbê azadkirin.
'Azadiya rêbertî azadiya gelê bindeste'
Hevseroka TUAD'ê Sûreyya Aydin diyar kir ku divê pêvajo ji hev qut neyê destgirtin û wiha domkir, "Tecrîta li hember rêbertî di salên 90'an de ser girtiyên PKK'î hat pêk anîndin. Ev rêbaz heya roja îro berdewam dike. Bi azadya rêbertîı re dê tevahî civakên bindest azad bibe." Sûreyya greva birçîbûna girtiyên PKK û PAJK'ê yê ji bo azadiya Abdullah Ocala ku 43'ê rojin berdewam dike jî bi bîr xist û wiha pêde çû, "Divê mûzakere nûde dest pê bike. Gelê Kurd bi serkeftina xwe dê dawî li pêvajoyê bînin û AKP'ê ew ê neghêje armanca xwe. Ev gel ji bo azadiyê gelek berdêlên mezin da; an em ê azad bibin an em ê azad bibin."
'Bi tecrîtê re dixwazin vîna gel kelepçe bikin'
Parlementera HDP'a Qersê a berê Şafak Ozanli destnîşan kir ku şîdandina tecrîdê ji polîtîkayê şer ne cuday. Şafak da zanîn ku berî niha jî tecrît hember Abdullah Ocala hatî pêk anîn û li pay wê operasyonên qirkirinê berdewam kiriye û wiha got, "Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek vînê xwe dibîne. Di şexsê Abdullah Ocalan de dixwazin tevahî vîna gel kelepçe bikin." Şafak diyar kir ku êrîşên di meclîsê de hember parlementerên jin, girtina hevşaredaran û êrîşên hember partiyên siyasî perçeyek ji polîtîkayê şere û wiha dirêjî da gotina xwe, "Azadiya Abdullah Ocalan tê wateyê azadiya tevahî civakê. Tenê Ocalan dikare aştî pêk bîne. Têkoşîna me ne ji bo rakirina tecrîtê ji bo azadiya Abdullah Ocala dê berdewam bike. Tecrîta li hember Abdullah Ocala tê wateyê êrîş hember jinan."
'Divê diyalog ligel rêbertî dest pê bike'
Endama Dayikê Aştî Rabîa Aslan tecrîta girankirî şermezar kir û wiha got, "Divê ji nûde pêvajoya mûzekareyan dest pê bike. Pêwîste şer û wêranî bi dawî bibe. Bila tecrîta li ser rêbertî bê rakirin û serbest bê berdan. Eger dest bidin destê rêberê me şer dê bi dawî be û mûzakere dest pê bike. Bangaweziya tevahî dayikan ji nûde pêk hatina diyalogane. Em dixwazin ku aştî pêk were."
(rc)