Fatma Êto hember çanda bajarvaniyê têdikoşe
09:12
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Fatma Êto li hember çanda bajarvaniyê li ber xwe dide û diyar dike ku ew bi afrîneriyê xwe yê xwezayî pêdiviyên jiyanê pêşwazî dike.
Jinên ku ji dîrokê heya roja îro pêşengiya çand, ziman û jiyanê dikin, li hember pergala serdestî û bajarvaniyê jî têkoşînek mezin didin. Li Kantona Kobanê piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelek welatî neçar mabûn ji cih û warê xwe koçbikin. Piştî ku herêm bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hat azad kirin, gel hêdî hêdî vegerîn Kantonê û ji nûde dest bi înşa kirina jiyanê kirin. Jinên ku pêşengiya înşakirina civakê dikin, pêşengiya parastina çandê û jiyana xwezayî jî dikin. Jina bi navê Fatma Êto (63) ji bo çanda gundewariyê bide jiyandin, di hewşa mala xwede sewalan xwedî dike. Fatmayê ku dibêje "Ez xwe mûhtacê tu kesî nakim" bi şîrê sewalan penîr, mast û rûn çêdike.
Bi çêkirina tevn û teşî debarê malê kiriye
Fatma da zanîn ku ew di temenek biçûk de hatî zewcandin û wiha domkir, "Di 13'ê salî de malbat min wek berdêl dan zewcandin. Ji xwe wan deman nêrînên jinê qet nedipirsîn, pir zordarî li ser me jinan pêk dihat. Min tu xweşî ji halê xwe nedît. Hevjînê min, mirovek astengdare. Wek her jinek berpirsyariyê xwedî kirinê min jî girt ser milê xwe." Fatma diyar kir ku ew bi çêkirina tevn û teşiyê debarê malê pêk aniye û wiha pêde çû, "Ji ber nexweşiyê min piştî demek dest neda, li şûna tevn û teşiyê min dest bi xwedîkirina sewalan kir. Min bi kedeke mezin karî zarokên xwe bikim xwedî mal. Niha ez û hevjînê xwe bi tena serê xwe mane. Şeş pezê min hene ku li ber hewşa li ber deriyê mala min in."
Mirov nikare dev ji warê xwe berde
Fatma anî ziman ku wê berpirsyariya malbatê tev hildaye ser milê xwe û wiha pêde çû, "Dema çeteyan êrîşê Kobanê kirin, zarokên min hemû koçî Bakûr kirin. Lê ez û hevjînê xwe li vir man. Ji ber cihê ku mirov jiyaye, ji nişkave nikare dest jê berde. Bi giranbûna şer re em çûn ber sînor û li wir man. Pir şikûr ku ew roj derbas bûn û em vegeriyan. Niha em li ser axa xwe ne, ez dîsa li mala xwe. Sewalan xwedî dikim, bi şîrê wan mast, penîr û rûn çêdikim."
Fatma bilêv kir ku divê mirov nêzî xwezayê xwe bijîn û wiha qala xebatê xwe yê rojane kir, "Ez siharê zû radibim û nivêja siharê dikim. Paşê ez pezên xwe derdixim derve. Êm ê wan didim, dûvre ez taştê dikim. Piştre karê malê dikim." Fatmayê ku dibêje "Ez xwe mûhtacê kesekî nakim" bi heskirinek mezin sewlan xwedî dike û got, "Ez ji tevahiya Kurdan dixwazim ku dev ji ax, çand û kevneşopiyên xwe ber nedin."
(pt/rc)