Li Amedê derbarê 5 hezar mamoste de lêpirsîn dest pê kir
10:08
JINHA
AMED - Bi hinceta ku li Amedê di 29'ê Kanûna 2015'an de rojek grev kirine û saetek jî çalakiyê ders berdanê pêk anîne, ji aliyê Midûrê Perwerda Milî ve ji bo 5 hezar mamoste lêpirsîn hat dest pêkirin. Hevseroka Şaxa Egîtim-Senê Havva Karahancı têkîldarê mijarê wiha got, "Lêpirsîn ew ê têkoşîna me sar neke."
Wezîrê Perwerdehiya Millî ji bo çalakvanên ku tevlî civîna çapemenî, grev û boykotê bûne lêpirsîn daye dest pêkirin. Midûrê Perwerda Millî a Amedê bi hinceta ku mamoste di 29'ê Kanûna 2015'an de rojek grev kirine û saetek jî çalakiyê ders berdanê pêk anîne, ji bo 5 hezar mamoste lêpirsîn da dest pê kirin. Hevseroka Şaxa Egitim Senê Havva Karahanci diyar kir ku êrîş û tundi dê wan ji têkoşînê sar neke û got ew ê li hember lêpirsînên ku hatî dest pê kirin bi hêz bisekinin.
'Di çerçoveyê lêpirsînê de tundî li endamên me tên kirin'
Havva diyar kir ku Midûrê Perwerda Millî bi vekirina lêpirsînê hember 5 hezar mamoste, stratejiya tundî û çewsandinê pêk tîne û got wek mamoste li hember vê wê bêdeng nemînin. Havva got, "Lêpirsîn dewam dike. Di 14'ê Kanûnê de me çalakiyê rawestandina kar pêk anîbû. Armanca çalakiyê me binpêkirina mafê jiyanê bû. Di 21'ê Kanûnê de jî ji ber qedexe û pêkanînên dervî mirovahî me çalakiya rawestandina dersan yê saetek pêk anî. Di encamê çalakiyê de ji 5 hezar mamoste re lêpirsîn hat dest pêkirin. Ligel lêpirsînan helwestên ku hevalên me ne rihet bikin jî tê pêk anîn."
'Lêpirsîn wê me ji têkoşînê sar neke'
Havva wiha pêde çû, "Li Amedê 10 hezar endamê me hene. Bi lêpirsînan ew ê nekaribin me ji têkoşînê sar bikin. Em kedê xwe ji hêzê xwe digrin. Têkoşîna me yê ked, wekhevî û azadî dê berdewam bike."
(rc)