Hevalê şahid: Olcay wê rojê hem rastî tacîza fîzîk û hem jî ya devkî hat - TAYBET

10:23
TAYBET" class="social-twitter">

Sîbel Yukler/JINHA

MUGLA - Bûyera Olcaya 14 salî ya ku rastî tacîza xwendekarê mêr ya li dibistana xwe hat, lê bi dîsîplînê hate tehdîdkirin, hem ji aliyê îdareya dibistanê û hem jî ji aliyê nûnerên sendîkayê ve ji nedîtîve hat dîtin. JINHA’yê li dijî kesên ku destdirêjiya li ser zaroka keçik piştguh kirin de, xwe gihand hevalek wê. Hevala wê ya ku bû şahid, diyar dike ku Olcay wê rojê rastî tacîza fîzîkî û tacîza devkî hatiye û her wiha gelek tirsiyaye.

Olcay K. ya li navçeya Mîlas a Muglayê li Dibistanan Doktor Mete Ersoy a Seretayî dip ola 8-A de dixwîne. Di 19’ê Nîsanê de rastî tacîza xwendekarê mêr yê dibistanê hat. Olcaya ku xwest xwe li dijî tacîzê biparêze, xwendekarê mêr penc (neynuk) kir. Piştî bûyerê îdareya dibistanê gazî wê kir û tacîz ji nedîtîve dîtin, tevî vê jî bi dîsîplînê tehdîd kir.

Olcaya ji ber ku xwe parast sûcdar hat dîtin û bi lêpirîsa dîsîplînê hat tehdîdkirin, ji katê sêyem ji odeya midûr xwe avêt xwarê. Piştî hewldana întîxarê ya ya Olcay , piştî rojan şûnde midûrê dibistanê û cigirê wî hatin durxistin. Hefteyek piştî bûyerê nûnerên sendîkayên perwerdehiyê yên Mîlasê daxuyaniyek dan û bûyera întîxarê wek ‘bûyerek bêtalih’ bi nav kirin û îdia kirin ku ji bûyerê ne bepirsin û gotin ew ligel rêveberiya dibistanê ne. JINHA’yê xwe gîhand nûnerên sendîkaya Mîlasê û hat hînbûn ku wan jî piştgirî dane nûnerên dibistanê. Nûnerên sendîkayê îdia kirin ku li her dibistanê tiştên wisa tên jiyîn û li gorî wan Olcay rastî tecawîzê nehatiye.

Tacîz hat veşartin, îdareya dibistanê hat parastin!

Tacîza ku zarokek keçik ya 14 salî pê re rû bi rû hat, hem ji aliyê îdareya dibistanê, hem ji aliyê nûnerên sendîkayê û ji aliyê beşek mamosteve ji nedîtîve dihat ditîn. Hemû kesî îdia dikir ku tacîz nehatiye jiyîn. Olcay wek xwendekareke şerûd nîşan didan û ji zarokê bawer nedikirin.

Hevalên bûn şahidê tacîzê axivîn

Kesî ji Olcayê nepirsî ka çi hatiye jiyîn. Dayika xwe di rêde dibîne û tenê hevokek wê heye ev jî wiha ye ‘ez rastî tacîzê hatime lê ez sûcdar bûme.’ JINHA’yê xwe gîhand hevala Olcay ya ku wê rojê li cem wê bû.

Hevala wê ji ber ewlehiyê navê xwe neda û got dema Olcay rastî tacîzê hatiye ligel wê bûye. Li gorî gotî vegotinên wê Olcay wê rojê dema ji polê dertê rastî tacîza fîzîkî hatiye. Hevala wê tiştên hatine jiyîn wiha vegot:

Heman rojê hem tacîza fîzîkî hem jî ya devkî!

“Ji sibehê de di navbera de tacîza fîzîkî kir. Min dît. Me pêşî lê girt. Em tirsiyan. Her kes hatibû xwarê. Piştî nîvro di derketina dersê de, her kes belav dibû û hewl daye dîsa Olcay tacîz bike û bi devkî tacîz kiriye. Ez di vê ya duyem de ne li wir bû. Olcay gotiye xwe bide alî, wî jî destur nedaye û daye pey Olcay. Olcay jî bi neynukên xwe ew neynuk kiriye.”

40 deqeyî çi axivîn?

Li gorî hevala wê ya şahid, Olcay heman rojê du caran rastî tacîzê tê. Diyar kir ku cara duyem ji b er xwe diparêze, xwendekarê tacîzkar Olcay giliyê midûr dike.

Axaftna wê wiha berdewam kir: “Olcay gelek hêrs bibû. 10-15 deqe şûnde midûr gazî Olcay jî kir. Me xwest em bibin şahid lê nehiştin, em bikevin hundir. Malbata wê hatibû. Em nêzî 40 deqeyî sekinin. Piştre çûbû bi dayika xwe re hatibû. Em li kantînê bûn. Me derî vekir, li ber me ket.” Hevalên û dayika wê niha vê pirsê dipirsin: “Di wî 40 deqeyî de çi hat jiyîn, bi çi hat tehdîdkirin, bi çi hat tirsandin.”

Gotine ‘neaxivin, nivîsa paqij bikin’

Li gorî gotinên malbatê, îdareya dibistanê Olcay tehdîd kirine. Hevala Olcay jî derbarê mijarê de wiha got: “ Midûr û mamosteyan gazî me kirin. Ji me xwestin nivîs û tiştên me parvekiribûn, em paqij bikin. Gotin neaxivin. Vî xwendekarî berê jî hevala me tacîz dikir.me ji mamosteyan re got. Niha midûr û cigirên midû ji kar hatine durxistin.”

Rastî tacîzê hat, sûcdar hat dîtin

Gelo di vî 40 deqeyî de çi hat jiyîn? Nêzî 40 deqeyî midûr, cigirên midûr, Olcay, zarokê tacîzkar û malbata wî di odeyê de bûn. Ji vê hevdîtinê agahiya dayika Olcay tinebû. Olcay dema dertê dayika xwe Emîne E. di rê de dibîne û dibêje ez rastî tacîzê hatime. Olcay ya ku ji ber xwe parast sûcdar hat dîtin jî û rastî gefa dîsîplînê hat xwe ji katê sêyem yê dibistanê de avêt.

Olcay hîna di beşa lezgînde ye

Dermankirina Olcay li Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Mugla Sitki Koçman li beşa lezgîn didome. Di bedena wê de gelek şikestin hene û ji beşên cuda emelyet bûye. Midûrê dibistanê Kerem Ç û cigir Fadîme K.O hatin durxistin. Malbatê jî têkildarî midûr Kerem Ç de gilî kir. Dayika Olcay Emîne diyar kir ku sedema parastina zarokê tacîzkar eve ku bavê wî berbazê teqawîte û got ji ber vê bûyer hatiye veşartin.

(hu)