Mutbexa Ozgur Gundemê ji bo ‘Piştevaniyê’ vebû
11:05
JINHA
STENBOL- Yek ji edîtorên Rojnameya Ozgur Gundemê ku li dijî zextên desthilatdariyê ya li ser çapemeniyê, derbasî pergala ‘Hevderhêneriya Giştî ya Weşanê ya Nobedar’ bû, Gunay Aksoy diyar kir ku mutbexa rojnameyê ji bo piştevaniyê vekirine û got bi taybet jî ji bo jinan vekirine.
Me têkildarî pergala ‘Hevderhêneriya Giştî ya Weşanê ya Nobedar" ku di alî piştevanî û azadiya çapemeniyê de wek dîrokî tê hesabandin bi Nevîn Erdemîr a yekem Hevderhêneriya Giştî ya Weşanê ya Nobedar û edîtora rojnameyê Gunay Aksoy re axivîn. Gunay ev pergala ku wek bersikeve piştevaniyê ya li dijî zext, zordarî, girtin û binçavkirinên li djî derhêner, nivîskar û nûçegîhanene , nirxand û got: “Li nivîskarên jin yên Ozgur Gundemê doz tên vekirin. Ji ber vê jî divê herî zêde jin xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
‘Di têkoşînê de em xetê dihûnin’
Gunay diyar kir di her demê de dibin hedefa desthikatdarî, hikûmet û rejîmên li dijî demokrasiyê ne û got: “Em li dijî vê têdikoşin.Me her tim bi edîtor, nûçegîhan û belavkarên xwe re nûçe şopandin. Em îro di rojên ku rojnamegerî tê kuştinê de derbas dibin. Em gelek ji azadiya azadiyê şûnde mane. Dozên tên vekirin û zextên tên meşandin azadiya çapemeniyê tine kir. Em jî ji ber neyên wê nokteyê xeta têkoşînê dimeşînin.
‘Em serî natewînin’
Gunay wiha berdewam kir: “Em rojnameyeke ku gelek demên zehmet derbas kiriye û bedelên mezin danene. Me pêvajoyên ji vê girantir jiyan. Lê me ti car serî netewand. Em her tim ligel jinan, parêzvanên mafê mirovan bûn. Ji ber vê em dibin hedef. Desthilatdarî derbasdare. Hatiye asta têk çûnê. Çapemenî her tim divê bê alîbûna xwe biparêze. Neçare rêgezê xwe biparêze. Em ji vê têdikoşin. Em li pişt nûçeyên xwe ne. Em ji piştgiriyên ku dibînin, dibînin xeta têkoşîn û piştevaniya me çiqas girînge.
‘Emê nobetê belav bikin’
Gunay bi lêv kir ku doz li nivîskarên jin yên Ozgur Gundemê vebûne û ji ber vê jî divê jin xwedî li vê pergalê dervekin û got: “Em bawerin jin wê di nava piştevaniyê de bin. Jinên hunermend, ekolojîst û rojnameger wê di vê pêvajoyê de bi me re bin. Emê vê nobetê pêl bi pêl belav bikin. Her roj hunermend, ekolojîst û rojnamger wê bi me re bixebitin. Em ji her kesî re vekirîne.”
‘Cudahiya Gurbetelî Ersoz..’
Nevîn Erdemîr jî got azadiya çapemeniyê li gorî salên din her diçe dikeve û got rojnameger di bin gefê de ne û wiha got: “Rojnamgerî anîne asteke ku êdî nekare bê kirinê.Ev pergala ku Ozgur Gundemê daye destpêkirin ji bo me watedare. Em di serdemeke bi gef, ceza û girtinan de derbas dibin. Weşanên me di bin tehdîdê de ne. Yek ji van jî Ozgur Gundeme. Di salên 90’’i de Gurbetellî Ersdoz yekem gerînendeya giştî ya jin bû. Perwerdeya wê di akademiyê de girtibû û ragîhandibû civakê û di xebatan de cih girtibû. Ev jî Ozgur Gundemê cuda nîşan dide.”
Nevîn bang li jinan kir û got: “Me start da. Wê mehekê bidome lê divê ji bo xurtkirina piştevaniyê divê saziyên jinan li Ozgur Gundemê vê xelekê berfireh bike.”
(hu)