Heyecana ezmûnan li Kantona Cizîrê dest pê kir

12:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Îro li seranserê Kantona Cizîrê xwendekarên asta seretayî ketin ezmûnên dawiya salê.

Dibistanên seretayî yên Kantona Cirîzê îro heyecana ezmûnan dijîn. Xwendekaran ji refên 1-3 bi materyalên kurdî û erebî perwerde dîtin û yên 3-6 jî bi materyalên bi zimanê erebî ders xwendin. Niha jî piştî bîdawîbûna waneyan, ezmûn hatin girtin. Bi giştî 100.000 xwendekar dê ezmûn bibin. Heyecaneke mezin di nav xwendekaran de hate dîtin. Zarokên beşdarî ezmûna bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman ku vê salê bi zimanê xwe yê dayîkê dikarin bixwînin û ezmûn bibînin. Her wiha heyecana mamosteyan jî xuya dikir. Xwendekar di seat 8 li ser refên ezmûnan rûniştin û îro ezmûna li ser zimanê Kurdî hate dîtin.

Li gor agahiya ku Desteya Perwerdeyê daye îro bi giştî 90.843 xwendekarên seretayî ketin ezmûnên dawiya salê. Li 561 dibistanên li tevahiya bajarên kantonê ezmûn hene û dê heta 12'ê gulanê bidomin.
Di vê navberê de Komîteya Rêveberiya Dibistanan jî çavdêrî li ser tevahiya dibistanan dike. Tê payîn ku ezmûnê xwendekarên seretayî di 12'ê Gulanê bidawî bibe. Piştî ku ezmûn bi dawî bibin, dê bi zimanên kurdî, sûryanî û erebî bawername werin dayîn.

(kom/rc)