Li hember ên dixwazin bi wesayîtên zirxî tirsê çêkin bersiva jinan zelal e

13:05

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Dewlet li Kurdistana ku lê dorpêç berdewam dike bi navê 'ewlehiyê' li nava bajêr bi wesayîtên zirxî girtina canê mirovan berdewam dike. Jinan diyar kirin ku li Kurdistanê stratejiya şerê taybet xistine meriyetê û gotin: "Her çiqasî ew bixwazin ser me tirsê bidin çêkirin, emê zêdetir bi hêzek mezin tevbigerin."

Li gel dorpêçkirina axa Kurdistanê û kumkujiyên dikin, li her deverên bajaran wesayîtên zirxî bicîh kirine û her diçe ji bo welatiyan talokeye zêde dibe. Di 26'ê nîsanê de li Colemêrgê wesayîta zirxî li 2 jinên ciwanên xwendekar qelibî, di encamê de her du jin birîdarbûn. Di 27'ê nîsanê de jî li Amedê wesayîta zirxî da ser jina bi navê Hatun Elhuman û ew qetilkir. Di roja 1'ê Gulanê de jî li Stenbolê, dema ku TOMA mudaxeleyî pîrozbahiya kedkaran dikir da ser welatiyekê û perçiqand. Li bajaran jimara wesayîtên zirxi ji ya welatiyan zêdetir bûye, ji bo wê jî welatî bi bertekin. Jinan diyar kirin ku wesayîtên zirxî tayîbetî jinan hedef digirin û didin ser. Nupelda Yaşar da zanîn ku li Kurdistanê stratejiya şerê taybet dane despêkirin, ji bo wê jî di ti qadên jiyanê de ewlehiya jinan nîne.

'Wesayîtên zirxî jiyana mirovan dixe metirsiyê'

Nupelda destnîşan kir ku 4 mehin Sur dibin dorpêçê dene, lê tenê bi Surê jî sînor nemane wesayîtên zirxî li nava tevahiya bajêr bilez digerin, jiyana mirovan tine dihesibînin. Nupelda bilêv kir ku li nava bajêr geriyana wesayîtên zirxî welatiyan nerihet dike û wiha domand: "Hişmendiya ji dengê me jinan nerihet dibe, bi komkujî û polîtîkaya tirsê êrîş dike. Li her deverê bicîhkirina wesayîtên zirxî ji bo welatekê ne normale. Berevajî divê ji bo rewşek wiha hema mudaxele bê kirin. Li ser hev qezayên wesayîtên zirxî dixwazin çavê welatiyan bitirsînin, ji wê zêdetir ne tiştek dine. Bi vî awayî gera wesayîtên zirxî jiyana mirovan tehdîd dike. Em jin bi ti awayî netirsin. Dema ku ew dixwazin ser me polîtîkaya tirsê bisepînin, em hîn zêdetir mezin bidin û bihêz dibin."

'Li bajarekê jimara wesayîtên zirxî zêdebûn li wê nikare qala ewlehiyê bê kirin'

Pervin Cengiz jî anî ziman ku di şerê li Kurdistanê tê meşandin de herî zêde jin û zarok hedef tên girtin û wiha berdewam kir: "Yên li wesayîtên zirxî siwardibin mafê welatiyên ji aliyê cadê derbazî aliyê dinê dibin binpê dikin. Di bajêr de jimara wesayîtên zirxi ji ya mirovan zêdetire, di rewşek wiha de mirov nikare qala ewlehiyê bike. Bila wesayîtên zirxî paşde vegerînin. Ji ber ku em weke gel dema ku ew di bajêr debin, em xwe dibin ewlehiyê de hîs nakin."

'Zêdebûna wesayîtên zirxî nîşaneya tirsê ye'

Songul Kapanci jî diyar kir ku karê wesayîtên zirxî li ser cadeyên herî zêde welatî li ser digerin çiye û wiha dom kir: "Her ku dewlet me jinan qetil dike, em hîn zêdetir hînî berxwedanê dibin. Li vêderê dibin navê şer de êrîş hene, lê deverên ku şer lê neyî jî li her deverên bajêr wesayîtên zirxî bicîh kirine. Li bajarekê ev qas wesayîtên zirxî bicîh kirin nîşaneya wê ye ku çiqas ji me ditirsin. Bila demek ji ya dinê zutir wesayîtên xwe yên zirxî ji nava bajêr bikêşin."

(zt)