Bila ev jî ji we re bibe dert: 78 sal şûnde hestî hatin definkirin

13:56

JINHA

DERSÎM - Hestiyên aydê 24 kesên ku di komkujiya Dêrsîmê de hatin gulebarankirin û qetilkirin, 78 sal şûnde di salvegera komkujiyê de bi merasîmê hatin definkirin.

Di ser komkujiya Dêrsîmê ya k udi 1938’an de li hemberî elewiyan pêk hat de 78 sal derbas bû. Di komkujiyê de bi dehezaran kes hatin qetilkirin, jinên ducanî zikê wan hatin qelaştin, jinan ji bo xwe ji leşkeran biparêzin xwe ji zinaran de avêtin û bi hezaran mirov hatin şewitandin û gulebarankirin. Ev hovîtiya li dijî gelê Dêrsîmê bi çîrokên berxwedanê xwe gihandin vê roja me. Gotina Seyît Riza ya wekê ‘Têkoşîna min têrî xîleyên we nekir, ev ji min re bû dert, lê min jî serî li dijî we netewand ev jî bila ji we re bibe dert’ hîna di hişandeye.

Gelê Dêrsîmê her sal wendayên xwe bibîr tînin û di bibîranîna îsal de malbatên Canan û Baran hestiyên 24 xizmên xwe ku hatibûn şewitandin defin kirin. Hestiyên ku sala buhrî di meha nîsanê de hatin dîtin di salvegera komkujiyê de li Mezraya gundê Barginî hatin definkirin. Ligel malbatê, hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsîmê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsîmê Nurhayat Altun û M.Alî Bul, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, nivîskar Oya Baydar, lêkolîner Îsmaîl Beşîkçî, akademîsyenên ji Ewropayê hatine Elanora Lannott, Heserokê DBP’ê Kamuran Yusek, Hevşaradara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, rojnameger Ergun Babahan, Ayşe Yildirim, Celal Başlangiç û bi sedan kes beşdar bûn.

‘Xwestin me tine bikin’

Parêzer Cîhan Soylemez ku pêvajoya hiqûqî dimeşîne diyar kir ku bila hestî bên dîtin û wiha got: “Di 1938’an de tenê beden hedef nehatin girtin. Îkrar-ı Hak Muhammed Alî ku ruh dida beden bû jî. Li Dêrsîmê xwestin ocaxan kor bikin. Ji bo baweriya Elewî tine bikin hewldan. Ji ber vê jî em bang dikin ku divê em îro xaka xwe, dîrok û baweriya xwe xwedî derkevin.

Gulebaran kirin, piştre şewitandin

Cîhan got din ava kesên hestiyên wan hatine tespîtkirin de 11 heb zarokin û piştî lêkolîna Tipa Edlî derket holê destpêkê hatine gulebarankirin û pişte hatine şewitandin. Cîhan navê kesên hatin qetilkirin wiha rêz kir: Seyyîde Besîme ya di 1931’ê de hatiye, Seyyîde Sultan ya di 1934’an de hatiye dinê, Seyyîde Kevser ya di 1923’an de hatiye dinê û Seyît Hasan yê di 1984’an de hatiye dinê.”

Gora komî ya duyem

Cîhan da zanîn ku di nîsana 2015’an de piştî xebatên kolanê yên Tîpa Edlî encamek din derketiye holê û got: “Derket holê ku kesên ji malbatên Baran û Canan li du cihên cuda hatine kuştin. Di gora komî de 13 serî hatine dîtin. Ev jî nîşabn dide ku 11 heb jî di gorek din dene. Ji bo ya din jî vebibe emê di demek nêzde pêvajoya hiqûqî bidin detspêkirin.

‘Bila ev jî ji we re bibe dert’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî axivî û got gelê Dêrsîmê ti carî serî netewandiye û gotina Seyît Riza ya ‘Bia ev jî ji we re bibe dert bibîr xist.’

Piştî axaftinan hestî hatin definkirin.

(hu)