Zubeyde Zumrut hat binçavkirin

16:14

JINHA

AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê ya berê Zubeyde Zumrut ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê ya berê û Endama Koordînasyona Bajêr a Kongreya Jinên Azad (KJA) Zubeyde Zumrut vê sibehê li Enqereyê hat binçavkirin. Polîsên ku hatin mala keça wê ya li Bahçelîevlera Enqerê, di baregeha lêpirsîneke ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin Zubeyde binçavkirin û hat zanîn ku ew birine Muduriyeta Polîsan a Enqereyê. Parêzerên xwestin derbareyê binçavkirinê de agahiyan wergirin, ji aliyê muduriyeta polîsan bo wan tu agahî nehat dayîn. Hat zanîn ku dê îro Zubeyde ji bo lêpirsîna li dozgeriyê bi balafirê bînin Amedê.

Dema Zubeyde li Enqereyê hat binçavkirin, di heman demê de polîsan li mala wê ya li Dîcle Vadî Evleriyê dest bi lêgerînê kirin. Keça Zubeyde Roza Zumrut ya ku li malê bû, dest nîşan kir ku bêyî polîs biryara dadgehê nîşan bidin dest bi lêgerînê kirine. Roza diyar kir ku polîsan dest daniye ser flaşbelek, kartên têlefon û hemû pirtûkên li ser wan kurd û Kurdistan nivîsandiye. Her wiha Roza da zanîn ku her çiqas ji polîsan re gotiye ew mîmare jî polîsan dest daniye ser "Projeya Plana Parastina Sûrê" ya li mala wan.

(zt)