Lorînên Cizîrê deng da Dersîm ê
16:50
JINHA
DÊRSIM - Dayîkên ku li Cizîrê zarokên wan hatin qatilkirin Esmer Tunç, Hanim Yavuzel û Meliha Aktaş tevlî bîranîna ku ji bo yê di qatlîma Dêrsim ê hatin qatilkirin Qada Seyid Riza gihiştin hev. Lorînên Esmer Tunç bi lorînên dayikên Dêrsimê re bilind bû.
Yên ku di Qatlîama Dêrsimê ya sala 78'an de hatin qatilkirin bîranîn. Li gundê Bargini ya Xozat a Dêrsimê serê sibihê hestiyên 24 kesên ku di qatlîmê de hatin qatilkirin bi merasîmekê hatin defin kirin. Piştî wê li Qada Seyîd Riza ya bajêr bîranîn pek hat. Di bîranînê de malbatên ku zarokên wan di 'jêrzemîna wehşetê' ya Cizîrê de hatin qatilkirin dayika Endamê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Esmer Tunç, dayika Gernendeyê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş Meliha Aktaş û dayika Endamê PM ya DBP'ê Mehmet Yavuzel Melîha Yavuzel jî tevlî bûn. Di bîranîna ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Berderka HDP'ê Gulîstan Koçyigit jî tevlî bûn de wêneyê qatlîamê vedibêjin hatin pêşandan. Di bîranînê de qurnefîl û çira hatin danîn.
Ji Dêrsim heya Cizîrê lorîn bilind bûn
Di bîranînê de ji bo yên di qatlîama Dêrsimê û di têkoşîna demokrasi û azadiyê de hatin qatilkirin rêz hat kirin. Piştî rêzgirtinê lorînên bi zazakî bilind bûn. Dengê lorîna Esmer Tunç jî bilind bû. Lorîn û hêsirên çavên dayîkan re nedan hev. Piştî bîranîna çira hatin vêxistin.
Pîştî bîranînê bi şiara "Em nadin jibîr kirin, em ê rû bi rû bi hêlin, bila qirqirin bê naskirin û Dêrsim bê înşakirin" derbasî Salona Dawetê ya Şaredariya Dêrsimê ku Konferansa 7. ya 1937- 1938 bê li darxistin bûn.
(dt/zt)