Hînbûn astengiya temen nasnake
09:00
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Zelîxe Reşîd (80) bêy ku astengî nasbike, xwe hînê xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike û wiha dibêje, "Dijmin ewqas êrîşê ziman û çandê me dike. Divê tevahî jin xwedî li ziman derên û xwe hînê xwendin û nivîsandinê bikin."
Li Kantona Efrînê ligel êrîş, dorpêç û ambargoya hêzên desthilatdariyê gel têkoşîna jiyanê didin û ji bo jîndina çandê kedên mezin tên dayîn. Jina bi navê Zelîxe Reşîd (80) ya ji gundê Emana navçeya Raco li hember êrîşên ser nasnameyê ziman ligel temenê xwe yê mezin têkoşîna hînbûna xwendin û nivîsê bi zimanê Kurdî dide. Zelîxeya ku dayîka 7 zarokane diyar kir ku zarokek wê ji bo parastina gel û têkoşîna azadiyê tevlî hêzên YPG'ê bûye. Zelîxe diyar kir ku divê her kes xwedî li ziman derê û wiha got, "Gelê bê ziman wek bedena bê rûh e."
'Kes bawer nedikir ez hînê xwendin-nivîsandinê bibim'
Zelîxe da zanîn ku ji ber desthilatdariyê rejîma Baasê, mafê xwedin û nivîsê bi zimanê Kurdî ne hatî dayîn ji gelê Kurd re û wiha domkir, "Di dema desthilatdariya rejîma Baasê de wek gelê Kurd me nedikarî bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û binivîsin. Lê bi şoreşa azadiyê ya Rojava re ev derfet pêk hat û niha her kes dikare hînê xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bibe." Zelîxe bilêv kir ku ji ber temenê wê mezine kes bi wê bawer nekiriye ku hînê xwendin û nivîsê bibe û wiha pêde çû, "Dexwazê min yê hînbûnê gelek hebû. Kes ji ber temenê min bawerî ne dida ez hînê xwendin û nivîsê bibim. Ez bi serketim. Niha hînê xwendin û nivîsê bûme."
'Ez helbestan dinvîsim'
Zelîxe destnîşan kir ku sînorê hînbûnê tune ye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez ji helbestan gelek hezdikim. Carnan jî helbestan dinivîsim. Gelek helbestên ku min nivîsiye ji bo çapkirinê min şandiye. Divê mirov xwedî li nirxên xwe ên dîrokê derê. Ez tenê bi vê yekê jî sînordar nemam, her wiha pirtûkên dîrokî, çîrok jî dixwînim." Zelîxe anî ziman ku armanca wê amedekirina pirtûkek yê çîrokane û got divê her kes ji bo bikeve nava hewildanê û xebat pêk bîne."
'Bê ziman wek bedena bê rûhe'
Zelîxe her wiha qala girîngiya ziman jî kir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Daxwaziya min ji gel ew e ku gelê Kurd zarokên xwe bişînin dibistanê ku hînê zimanê Kurdî bibin û bizanibin ku gelê bêziman wek bedena bê rûh e."
(rc)