Menal Mihemed: Armanca PDK koçber kirina gel e
09:08
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Menal Mihemed girtina deriyê Sêmalka ji hêla PDK'ê ve nirxand û ev kiryar weke polîtîkaya koçber kirina gelê Rojava şîrove kir.
Deriyê Sêmalka ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê di dîrok 16'ê Adarê ji hêla rayedarên PDK'ê ve bêyî ku tu hincet werin nîşandayîn hate girtin. Endama meclîsa PYD'ê Menal Mihemed di vê derbarê de nirxandinên girîng kir. Menal got; "Bi riya girtina deriyê Sêmalka re dixwazin ku siyaseta zextkirinê ser gel bidin meşandin û gel bi birçîkirinê teşwîqî koçberiyê bikin."
'Wîjdanê PDK'ê ji bo kurdan naxebite'
Menal da zanîn ku di dema sîstema federaliya demokratik li Rojava-Bakûr ê Sûriyê hat îlan kirin PDK deriyê Sêmalka girtine û wiha domakir: "PDK'ê ji wê rojê de nehiştin ku tiştek derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Xwesteka wan ew e ku di riya derxistina pirsgirêkên aborî re di nava gelê Rojavayê Kurdistanê de tenê ji bo ku tevlî hilbijartinên sîstema federaliya demokrat ku di demên pêş de wê bê çêkirin nebin û ji milekî din de jî ku gelê Rojavayê Kurdistanê neçarî koçberiyê bibe û li ser axa xwe nemîne ji bo ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve bê desteserkirin û talankirin siyaseta ambargo dide pêş. Wijdanê PDK'ê ji bo Kurdan naxebite."
'Bi keda gel sîstema di Rojavayê Kurdistanê de bi ser dikeve'
Menal da zanîn ku têkiliyên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û hikûmeta AKP'ê bi hev re heye ku ev sîyaset li ser Rojava didin meşandin got bi taybet jî ji bo sîstema ku li Rojava tê avakirin vala derxin û wiha berdewamkir: "Dixwazin ji hemû cîhanê re bêjin sîstema ku li Rojavayê kurdistanê hatiye îlan kirin nikarin wê bi rêve bibin, lê ew nikarin vê yekê bikin. Kedeke ku li vir hatiye danîn ya gele. Bi keda gel sîstema di Rojavayê Kurdistanê de bi ser dikeve. "
(en/rc)