Kovara girtiyên jin Roperîn bi hêjmara nû derket

09:09

JINHA

ÎZMÎR - Kovara Roperîn ya girtiyên siyasî a jinan bi hêjmara xwe yê 11. derket. Li ser devikê kovara ku li Girtîgeha Şakranê hatî amede kirin wêneyê Arîn Mîrkan yê ku li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiyê fedaî pêk aniye heye û di nevaroka kovarê de jî helbest, maqale, akarîkatur û wêne cih digre.

Kovara Roperîn a ku ji aliyê girtiyên jin ên siyasî a Girtîgeha Şakranê ve tê amede kirin bi hêjmara xwe yê 11. derket. Kovara ku bi kedê destê jinan tê amede kirin, li ser devikê kovarê wêneyê sembola berxwedana jinan Arîn Mîrkan cih digre û navarokê kovarê bi helbest, maqale, karîkatur û resîm hatî amede kirin. Jinên girtî ên ku têkîldarê rojevê nivîs dinivîsin, di vê hêjmarê de êrîşên ser Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopî û Gever nirxandin. Edîtora kovarê di nivîsa pêşînde diyar kir ku ew vê hêjmarê diyarî gelên ku di qadê berxwedan û xwerêveberiyê de têdikoşin dikin û wiha got, "Dem û sal bi rûyê xwe yê herî hovane dubare dike. Bêguman li Kurdistanê pêvajoyek dîrokî tê jîndin."

'Dil û rûhê me ji bo gelê me yê berxwedêre'

Edîtora kovarê destnîşan kir ku gelê kurd bi berxwedana xwe hember şer dîrok nivîsine û wiha domkir, "Li kolan û taxan ji mirov dîwar tên hûnandin û mafê gel tê bin pê kirin. Ligel her êrîşê gelê kurd wê bi berxwedana xwe bi serbikevin. Di warê fîzîk de em ji wan kolan û taxan dûrin, lê di warê rûhî de em her dem ligel gelê xwe yê berxwedêrin. Xwendekarên bi rûmet bi hêjmara kovara xwe a 11. me xwest em hest û ramanê xwe bi ware parve bikin."

(rc)