Li Holê jiyan ji nû ve ava dibe
09:10
Binevş Sarya/JINHA
HESEKÊ- Bi hezaran welatiyên bajarokê Holê yê başûrê Hesekê piştî demekî dirêj ku şervanên QSD'ê bajar ji çete û mayînên DAÎŞ'ê paqij kirin, welatî zivirîn ser xaka xwe û jiyan ji nû ve ava dikin.
Hêzên QSD'ê bajarokê Holê yê ku piraniya niştecihên wê ereb in û 40 km. dikeve başûrê Hesekê, di 13'ê cotmeha 2015'an de bi temamî ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kiribû. Ji ber çeteyan ev bajar hemû mayin kiribûn, piştî bajar rizgar bû, şervanên QSD'ê bajar ji mayinan paqij kirin û gel niha dizivirin ser xaka xwe. Bajarokê Holê ku niştecihê wê bi piranî Ereb in, bi destpêkirina şerê li Sûriyê ji hêla çateyan ve hate dagirkirin. Di encama şer û dagirkeriyê de gel neçar man ku malên xwe biterikînin û ziyanek mezin gihîşte bajarok. Bi teybet park û saziyên civakî yên bajarok di dema dagirkeriya çeteyan de hatine wêrankirin û li meydanên wê yên mezin çeteyan hovîtiyên mezin kirin. Hêzên QSD ji sala 2015'an ve heya niha hem di aliyekê de bajar ji mayînan paqij dikir, hem jî amadekariya vegera gel ji bo malên wan dikir. Di vê çarçoveyê de bi hezaran ji niştecihên Holê bi kêfxweşiyeke mezin vegerîn malên xwe.
Di dema zivirînê da jinên bajarokê Holê hest û kêfxweşiyên xwe wiha bi lêv kirin û herî bêtir jî jin şadiya vegerê dijîn. Yek ji jinan bi navê Xitê Erebo diyar kir ku bi zivirîna ser axa xwe gelekî kêfxweş e û wiha got, "Ev 5 mehin ku em ji bajarê xwe dûrketine, bi zivirîna ser axa xwe em gelekî kêfxweşin û spasiya şervanên QSD'ê dikin ku bi me re bûn alîkar."
Eyşê Mihemed jî hem kêfxweşî û hem jî xwestekên xwe ji boyî ewlekariya bajar anî ser ziman û wiha got, "Piştî demên bi êş û zehmetî em zivirîn ser axa xwe. Lê ji ber sedemên şer bajarê me gelekî xirab bûye û em niha zehmetiyan dikişin û ez dixwazim ku şervanên QSD'ê ewlekariya bajarê me bikin ku em carekedin bi êşên wiha re rûbirû neyên. Em ê jî hewl bidin ku careke din li vir jiyanê ava bikin."
'Çeteyan tu tişt bi navê jiyanê nehiştine'
Fatma Ehmed ji ber nikare ji bajar derkeve, dibe şahidê hovîtiyên çeteyan. Yek ji meydana ku çeteyan li wir însan dikuştin, li ber mala wê ye û Fatma şahidiya xwe ji van bûyeran re anî ziman. Fatma bal kişand ser wehşeta DAÎŞ'ê a ku li ber çavên wan pêk hatî û wiha got, "Di dema dest pêka şer de me nekarî ku em xwe ji vir rizgar bikin. Em man nava şer de. Piştî çeteyên DAÎŞ'ê li vir bûn desthilatdar, ez dikarim bêjim tu tiştekî bi navê jiyanê li vir nema. Her roj însan dikuştin. Heta ez bixwe bûm şahidê serjêkirina 4 mirovan. Li ber deriyê mala me meydanek mezin heye. Çetên DAÎŞ'ê mirov dianîn wê derê, li ber çavên me serên wan jê dikirin. Piştî demekê min êdî nekarî tehemûl bikim. Ez û malbata xwe em derketin çolê û em demeke dirêj li deştê de man. Paşê em çûn hinek gundan û di vê dawiyê de şervanên QSD'ê em zivirandin ser axa me."
Fatma Ehmed kêfxweşiya xwe jî wiha anî ser ziman, "Bi zivirîna xwe em gelekî kêfweş in û spasiya QSD'ê dikin. Li vir derfet kêm in, lê dîsa jî ya girîng vegera li ser axa xwe ye. Em niha xwe bi giya xwedî dikin hetanî şervan alîkariya me bikin. Ez dubare spasiya wan dikim."
(rc)