Ozlem Tapu: Divê em têkoşîna xwe berfireh bikin

09:11

Oykû Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Ozlem Tapu diyar kir ku dewlet piştevaniya wan ji bo gelên navçeyê Hezexê asteng dike û wiha got, "Eger em neçin, nûçegihan li wir nebin; wê dengê kesek neyê bihîstandin. Têkoşîna ku em mafdar dibînin divê em bi hêztir bikin."

Yek ji navçeyê ku hikûmeta AKP'ê li hember wê polîtîkayê qirkirinê pêk aniye Hezexa Şirnexê ye. Gel li navçeya Hezexê 44 roj hember êrîşên qirkirinê li ber xwe dan. Piştî 44 roj dewlet pişevaniya gel jî asteng dike û ligel vê yekê li gelek taxan dest bi wêran kirinê kiriye. Gelên navçeyê hinek ji wan berê xwe dan gundê derdor ên din jî axê xwe ligel her êrîşê jî terk nekirin. Gelê ku hember şîdetê ber xwe dayî, niha jî dest bi avakirina jiyanê kirine. Ozlem Tapuya ku di çerçovayê kampanya piştevaniyê a ku bi pêşengiya Komaleyê Alîkariya Rojava hatî dest pêkirin çûbû navçeyê Hezexê diyar kir ku ew berê çûbû Cizîr û Ferqînê û wiha got, "Piştî êrîş gelek zehmetî hat jiyankirin. Ji ber vê bi piştevaniya gelan em hewildidin vê zehmetiyê ji holê rakin. Gel demê ku di pêvajoyên wiha de piştevanî dibînin gelek bi bandor dibin. Ji ber vê yekê girînge piştevanî. Hevpariya têkoşînê tê dîtin."

'Li her derê destnîşana POH û JOH heye'

Ozlem diyar kir ku xendek tenê li Taxa Yenî û Turgut Ozal yê Hezexê hebû, lê dewlet li taxên din jî xaniyê gel hilweşandiye û wiha pêde çû, "Tevahî xanî hatin hilweşandin. Li ser her dîwarê destnîşana POH û JOH tê dîtin. Ketine malê gel û her tişt nava hev xistine." Ozlem da zanîn ku pêwîstiyê gel bi piştevaniyê heye û wiha berdewam kir, "Li wir bûyerên ji rêzê ne hat jiyan kirin. Gelê wir di her warî de wendahî da û ligel vê ser piyan ber xwe didin. Pêwîstiyê gel bi piştevaniyek bi hêz heye. Em ji bo piştevaniyê çûn navçeyê û rastî tundiya polîsan hatin. Lêpirsîna hatina me dikin. Hinek hevalên me rastî gefên mirinê jî hatin."

'Li hember şîdetê li ber xwe dan'

Ozlem destnîşan kir ku divê bûyerên li Kurdistanê pêk hatî bê raghandin û wiha berdewam kir, "Li hember nûçegihanên me ên wir tundî dihat kirin. Raghandina rastî dihat asteng kirin. Eger em neçin wir û nûçegihan li wir nînbin, dê hayê kes ji bûyerên wir nebaya. Gel li hember şîdetê demek dirêj berxwedan. Ligel ku Hezex biçûke jî ti car dev ji têkoşînê berneda." Ozlem bilêv kir ku heya bingehek demokratîk pêk neyê dê komkujî pêk werin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Divê mirov bi girseyî berê xwe bidin wir. Divê em li hember polîtîkayê gel bi tenê hêştin bisekinin. Pira di navbera mirovahiyê de qut bûye. Divê em piştgiriyê xwe mezin bikin. Her kes dikare tiştek bike. Têkoşîna ku em mafdar dibînin divê em bi hêztir bikin."

(rc)