Li Çiyayê Şengalê Wexfa Jinan vedibe
09:11
Hewlêr Şahîn/JINHA
ŞENGAL - Jinên êzidiyên ku di Çiyayê Şengalê de xwe rêxistin dikin amadekariyên vekirina Waxfa Jin dikin. Endama Rêvebira Waxfa Jinan a Çiyayê Şengalê Zehra Silêman Xalid diyar kir ku rêxistina wan heye, lê dê xwe di biniya wekfê de hîn zêdetir berfireh bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.
Piştî fermanê Jinên êzidî xwe rêxistin dikin û cihê xwe di nav xebatên cuda de digirin. Ji bo xebatê jinê hin xurtir bibe pêwistî hat ditin ku Waxfa Jinan were vekirin. Niha amedekarî tên kirin. Endama Rêvebira Waxfa Jinan a Çiyayê Şengalê Zehra Silêman Xalid li ser giringiya vekirina Waxfê axivi.
Zehra destnîşan kir ku ji her tiştî zêdetir pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê heye û wiha domand: "Bi hezarî salane em li ser vê erdnîgariyê jiyan dikin. Jinên êzidî bi keda xwe ev axa bi berket dewlemend kir. Jinê rengê jiyanê xweşik kir û bû pêşenga avakirina civakek wekhev û azad. Lê her dem ev axa me ya bi bereket rastî êrîşên dijiminan yên hovane hatiye. Di nava civaka êzidî de yên herî zêde ked didin jinin, lê ji ber rêxistina me tinebu em her dem rastî êrîşên dijmin yên dijwar dihatin. Sedemên ku ev qas êrîşên hovane li ser me de hatin ji ber bê rêxistiniya me bu. Civakek ku rêxistina wê tinebe ji hemu aliyan ve rastî êrîşan tê. Em niha ketine wê zanebunê pêwistiya em bi rêxistinê heye. Teybet divê em wek jin di hemu aliyan de xwe rêxistin bikin."
Zehra li ser xalên giring ên ku dê di wekfê de pêşbixin sekinî û wiha berdewam kir: "Di vê Wexfa ku em vedikin de pirojên me yên mezin hene. Me di gelek aliyan de xwe perwerde kiriye, lê em difikirin ku hîna jî, ji me re lazime. Ji ber çavkaniya hemu xebatan perwerda fikirî ye. Dema ku me ev pêwîstiyên xwe pêk anî wê demê em ê bikarin gelek xebatên cuda ji bikin. Pirojeya me ya din beşa tendurustiyê ye. ji ber ev pêwîstiyekî sereke ya civakiye. Du sal ser fermanê re derbasbûn, di gelek agiyan de me zorî kişand. Yek ji wan jî aliyê tenduristiyê û kêmaniya dermanan e. Ev jî dibe sedema ku rê li ber nexweşiyên cuda vebike, teybet yê herî zêde para xwe ji vê yekê girt jî jin û zarok in. Ji ber vê yekê me pêwistî dit ku em beşa tendurustî jî ve bikin, ji bo em pêşî li hink pisgirêkan bigirin.
Ya din jî beşa durunxanêye. Ji ber dema ku em îro meyze dikin li her derê qirîza aborî tê jiyan kirin. Yê ku vê qirîzê ji dide ava kirin zilame ji ber zilam xwe serwariya hemu tiştî dibine, qaşo dibêjin 'emê vê qirîzê ji holê rakin' lê qirîzên mezin ava dikin. Ji bo vê yekê me jî pêwistî dit ku em beşa durunxanê vekin ji bo jin di aliyê aborî de xwe bi rêve bibe muhtacê zilam nebe. Ya din jî dersa zimanê kurdiye ji ber cara yekeme, em li ser erdnîgariya xwe dersen zimanê kurdî bibinin. Ji ber pêwistiya me bi xwendin û nivisandina kurdî ji heye. Dê dersen Konpiter jî werin dayin, em dixwezin hemu beşên xebatan di Wekfê de vekin û xebatek dewlemend bidin despê kirin."
Zehra anî ziman ku ewê rêxistina xwe bihêz bikin û wiha dom kir: "Heya astekê xebatên me heye lê pêwiste em viya hin xurtir bikin êdî em bibin xwedî helwest. Em serê xwe ji ti kesê re ne tewinin. Em têkoşîn bidin meşandin. Ji bo vê yekê ez bang li hemu jinan dikim ku werîn cihê xwe di nav vê xebatê de bigirin. Em pêşiya hinek pisgirêkan bigirin, ji bo ku em mihtaci ti kesî nebin. Ji ber dema ku jin xwe di hemu aliyan de pêş bixe, wê pirsigirêkên civakê jî kêm bibe. Ji ber a pêşengiya civakê dike jine, ji bo wê jî tenê jin dê bikaribe van qirizên civakê çareser bike."
(zt)