Jinên Wanê ji bo zarokên maxdur kampanya dan dest pê kirin

09:41

JINHA

WAN - Komaleyê Jinên Kar a Wanê, bi armanca piştgiriya zarokên malbatên ku di encamê polîtîkayê dewletê de neçarî koçberiyê bûne, kampanya bi navê "Em xwe dighînin 100 zarokên maxdûrê şer" dan despêkirin. Seroka VIKAD'ê Meral Ayhan banga piştgiriya kermesa ku ew ê ji bo kampanya bidin dest pêkirin kir.

Polîtîkayê şer a dewlet û AKP'ê bû sedema ku li Kurdistanê bi sedan sivîl bên qetilkirin koçber kirin. Zarok û jinên ku koçî bajarên cuda ên Kurdistanê kirine, rastî pirsgirêkên madî û manevî tên. Komaleyê Jinên Kar a Wanê (VIKAD) bi armanca piştgiriya malbat û zarokên ku ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Gever û Şirnexê koç bûne kampanya "Em xwe dighînin 100 zarokên maxdûrê şer" dan dest pê kirin. Seroka VIKAD'ê Meral Ayhan da zanîn ku di çerçoveyê kampanyayê de STK û şaredarî jî piştgirî dane wan û wiha got, "Ji ber bûyerên neyînî ên ku li welat hatî jîndin zarok û jin maxdûr bûn. Wek jinên kar em li hember pirsgirêkên civakî nikarin bê xem tev bigerim."

'Wek jin divê em bibin navenda çareseriyê'

Meral da zanîn ku ew ji bo çareseriyê kampanya dane despêkirin û wiha pêde çû, "Di pêvajoyên borî de erdheja Wanê de jî me piştgirî da û xebat meşand. Ji ber rewşên neyînî ên welêt divê em xebatên wiha pêk bînin. Dibe ku em jî rastî van pirsgirêkan bên. Li şûna em rûnin divê wek hêzên demokrasiyê xebatên piştevaniyê ên hevpar pêk bînin." Meral destnîşan kir ku ji bo berfirehkirina kampanya gelek hevdîtin pêk anîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em rastî bertekên erînî tên. Gava ku em bikaribin rûyê zarokan bidin kenandin, ev yek dê me jî kêfxweş bike. Kampanya ku hevek me daye dest pêkirin her ku diçe berfireh dibe."

'Her kes dawetê kermesê kir'

Meral anî ziman ku ew ê di çerçoveyê kampanyayê de kermes bi rêxistin bikin û wiha berdewam kir, "Bi rasthatina roja dayîkan, roja Şemiyê li Kolana Sanatê em ê kermes pêk bînin. Pereyên ku di encama kermesê de bi dest me bikeve, em ê bi zarokên maxdûrê şer re parve bikin." Meral di dawiyê de ji bo saziyên ku piştgirî dane kampanyayê spas kir û banga tevlîbûna kermesa ku roja şemiyê pêk were kir.

(rc)