Kovara Jineolojiyê di 2. Mehricana Çanda Kurdî de ye!

09:46

JINHA

STENBOL - Dê di 2. Mehricana Çanda Kurdî de standa Kovara Jineolojiyê jî bê vekirin. Dê bi diruşma "Kovarek ji bo xwe yekê jî ji bo Cizîrê" stand bê vekirin. Dê dahata zêde bi kovarê bê ji bo deverên Kurdistanê yên ji nû ve tên avakirin bê şandin.

2. Festîfala Çanda Kurdî ya ku ji aliyê Komeleya Çanda Mezopotamya (NÇM) ê ve hatî amadekirin dê di navbera 7-15'ê gulanê de li gelek deverên bajêr bi çalakiyên cuda berdewam bike. Di çarçoveya mericanê de dê bi durişma "Zanînên ku li derdora jinê pêşketî, gava yekem a ber bi civaknasiya rasteqînvene" standa Kovara Jineolojiyê ya ku di 8'ê Adarê de dest bi weşanê kirî bê vekirin. Ji xebatkarên kovarê Şeyma Kantarci di derbarê standên ku dê bên vekirin de agahî da.

'Ji texmînan zêdetir eleqe heye…'

Şeyma da zanîn ku dema jimara despêkê ya kovarê derketî ji texmînan zêdetir rastî eleqeyê hat û wiha domand: "Ev eleqe û baldarî me ber bi zêde belavkirina wê ve dibe. Em atoliyayên jineolojiyê çêdikin, li navçeyan panel amadedikin, bi vî awayî gelek karan di nava hev de dikin. Di heman demê de kovar wergerî înglîzî tê kirin. Em ê hewilbidin li zanîngehan jî standan vekin û li dibistanan civînan çêkin."

'Koverek ji bo xwe yekê jî ji bo Cizîrê…'

Şeyma bilêv kir ku dê di navbera 7-15'ê gulanê de di nava ji 10'an zêdetir çalakiyan de standên xwe vekin û wiha berdewam kir: "Armanca me kovar gihandina kesîmên berfireh e. Li gel vê jî di standan de duruşma me ya sereke 'Kovarek ji bo xwe ya dinê jî ji bo Cizîrê' bigire. Emê dahata zêde ji bo deverên weke Cizîr, Sur, Nisêbîn û Silopiyên ji nû ve tên avakirin bişînin."

'Em dixwazin xwe bigihînin belavkarên dildar'

Şeyma di serî de jin bang li hemû kesê kir û got: "Yên xwe bigihînin kovarê dikarin di derbarê xebatên jineolojiyê yên dema pêş jî agahdar bibin. Em dixwazin di aliyê belavkirina kovarê de xwe bigihînin belavkarên dildar. Dê di stan dan de lîsteyên me hebin. Emê li zanîngehan û navçeyan xwe bigihînin ên bêjin; 'ez dikarim kovarê belavbikim.'"

(zt)