Girtiyên li Mêrdînê nayên dermankirin

10:39

JINHA

MÊRDÎN - Girtiyên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi hinceta tekmîlê nadin nayên dermankirin. Di nav girtiyên ku nayên dermankirin de gelek kesên ku nexweşiyên wan yên giran jî hene.

Girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê nayên dermankirin. Hat hînbûn ku girtiyên ku li girtîgeha Mêrdînê dil tên girtin bi hinceta tekmîlê nadin nayên dermankirin. Li gorî agahiyên ku ji girtiyên li girtîgeha Mêrdînê hatine girtin de, miduriyeta girtîgehê zordariya tekmîlê li girtiyan dike û girtî jî tekmîla ku ji pêkanînên salên 90'î tê qebul nakin. Miduriyet li ser vê yekê girtiyan derman nakin û her ku diçe nexweşiyê girtiyan pêş ve dikeve.

Nêzî mehekê ye girtiyên li girtîgehê tên girtin bi vê hincetê nayên dermankirin.

(kom/zt)