Nûçegihanê DİHA yê hat binçavkirin
10:47
JINHA
MÊRDÎN – Li Stewrê di serdegirtinên malan de nûçegîhanê DÎHA yê Abdulkadîr Tûray û cîgirê hevşaredar jî di navê de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Stewra Mêrdînê di serdegirtinên malan de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Abdulkadîr Tûray û cîgirê hevşaredar jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Danê sibehê hêzên dewletê li taxên Ewîna û Şûtê ser malan de girtin. Di serdegirtinan de nûçegîhanê DÎHA yê Abdulkadîr Tûray, cîgirê hevşaredarê Stewrê Osman Ok û endamên DBP'ê Mehmet Saît Tûncer, Şakîr Tûran û Yûsûf Arat hatin binçavkirin. 5 kesên ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, şandin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê.
Her wiha di heman serdegirtinê de ser mala welatiyê bi navê Mûrat Can de jî girtin, lê belê hat diyarkirin ku Murat ne li malê bûye û ji ber vê nehatiye binçavkirin.
(kom/zt)