Destên bi huner yên Sîbelê rih dide heriyê, jiyanê dide qerfokan
10:49
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL- Di serdemeke ku qerfokvanî diqede de heriya ku ji ber destê jinê derbas dibe jîn dibe. Hunermend Sibel Altan di atolyeya ku vekiriye de perwerdeya çêkirina kukleyê dide mirovên ji pişeyên cuda. Bi vê re hunera qerfokê dîsa anî rojevê.
Qerfok di sedsala 17’ê de li bajar û gundên Tirkiyeyê wek ‘bebik, bûk û her wekê din’ belav bûne. Demekê qerfok bi armanca polîtîk hatine bikaranîn. Di Xiristiyaniyê de jî li dêran mijarên olî bi lîstandina qerfokan hatine vegotin. Di sedsala 19’a de wateya xwe wenda kir. Di dema komarê de ji aliyê pir kêm hunermendî ve hat çêkirin. Ji lîstikvanên Semaver Kumpanya Sibel Altan vê hunerê ji nûve jîn dike. Sîbelê têkilkdarî çêkirina wan de axivî.
‘Kesek din ji hundirê min dertê’
Sibel da zanîn ku piranî jin tên kursê û got di her qadê jiyanê de mirov bi alçî, text û paçan tiştan tevli jiyana xwe bikin. Sibel got: “Divê ev derfet bên nirxandin. Min di salên zanîngehê de dest bi çêkirina qerfok kir. Dema me Semaver Kumpa vekir, me lîstikek kuklayê ya têkildarî Mele Nisredîn de lîst. Bi vê lîstikê re min dest çêkirina wan kir. Ev 15 sale ez çêdikim. Bala mirovan dikişîne. Dema ez lîstikên xwe dilîzim ez gelek rehetim. Di şanogeriyê de ev bom in gelek baş bû. Ji hundirê min Sîbelên din derdikevin.
Sîbel wiha ber dewam dike: “Min her tim dixwest ez hinek tiştan nîşan bidim. Lê gelek caran ez ji fêrkirina tiştekî revîm. Dawiyê de îqna bûm û ev 5 sale dersê didim.Her wiha di dîroka Anatolyayê de lîstika Hacîvat Karagoz di hişan de cihê xwe girtiye, lê divê êdî hinek ji vê bê dur ketin. Qerfokên cuda cuda hene. Di televîzyonan de şovên kukleyan hebûn. Vê bandorek mezin li min dikir.”
Ji Heriyê her tişt tê çêkirin
Sîbel wiha berdewam kir: “Hedefa min her kese. Ez dixwazim mîmar, doktor, kuafor, hunermend bên. Ji ber ku afirandina tiştekî girînge. Em zêde girêdayê kompitur û telefonane. Divê em xwe ji van dur bixin û dest bidin heriyê. Mirov dinêrin li xwezayê çi heye bi heriyê tê çêkirin. Ez rexneyên erênî digirim. Her kes li vir xwe rehet dibîne. Ji bo çêkirina qerfokan tiştekî zêde girîng tine her kes dikare çêbike. Her kes hêza xeyalî dikare bikarbîne û çêbike.
Kêm kes çêdike û piranî jî jinin
Sîbel diyar kir ku ew bang li kesên ku li navendên danû stendinê ji zarokên xwe re qerfokan dikire, dike û got ew wan vexwendiyê atolyeya xwe dike. Sîbel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li wir pir buhane. Lê li vir erzantirin. Ez nekarim bêguman pêşî li vê bigirim. Ji ber ku em gelek kêmin. Pir kêm kes çêdikin. Vî karî jî piranî jin çêdikin. Li gorî min divê jin li malê ji xwe re tiştekî çêbikin.
Atolye wê du mehan berdewam bike û di 7’ê Gulanê de dest pê dike. Her rojên şemiyan di navbera 14.00 û 18.00’an de wê ders bê dayîn.
(hu)