Li ser pêdiviyê Kampa Holê hat gotûbêj kirin
11:30
JINHA
HESEKÊ - Komek ji TEV-DEM'ê serdana kampa Holê kirin û derbarê pêdivî û prisgirêkên kampê de agahî girtin. Herî bêtir pêwîstiya pêdivî bi zexîre ji bo gel heye.
Bajarokê Holê di sala 2015'an de ji hêla QSD'ê ve ji destên çeteyan hatibû rizgarkirin. Piştî ku binesaziya Holê jinûve hate çêkirin û mayînên li herêmê hatibûn bicihkirin, hatin rakirin gel vegeriya cihê xwe. TEV-DEM'ê jî, ji bo pêdiviyê gelên kampê pêşwazî bike, bi alîkariya buyroya karûbarên koçberan dest bi avakirina Kampa Holê ya li başûrê bajarok kiribû. Kamp di 21'ê Nîsanê de li pêşiya hatina koçberan hatibû vekirin û di heftiya yekemîn a vekirina kampê de 75 malbat hatibûn bicihkirin. 1200 koçber jî di 29'ê Nîsanê derbasî kampê bibûn. Heyeta TEV-DEM'ê duh serdana vê kampê kir û li gel guhdar kir.
Heyeta TEV-DEM'ê li wir di derbara rewşa kampê agahî wergirtin û di mijara pêwîstiyên sereke ên kampê bi gel û rêveberên kampê re nîqaşkirin. Rêveberiya kampê Bêrîvan Ehmed, Sûzen Hesê jî di hevdîtinê de amade bûn. Her wiha di derbarê rêyên çareseriyê gotûbêj hate kirin. Di nîqaşan de hate gotin ku li kampê heya astekê binesazî baş e, lê belê pêdivî bi amûrên jiyanî û herî zadê xwarinê heye.
Heyetê jî da diyarkirin ku ew ê ji nêz ve bi kampê re elaqedar bibin û ji bo bicihanîna pêdiviyan jî di nav hewldan de bin.
(en/rc)