DÎHA cara 37. hat astengkirin

11:51

JINHA

AMED - Malpera ajansa DÎHA'yê cara 37. hat sansurkirin û astengkirin.

Malpera înternetê ya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve, cara 37. hat sansurkirin. DÎHA ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta niha 36 caran hatibû astengkirin, careke din jî hat astengkirin. Ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ve herî dawî lînka DÎHA (dihahaber.xyz) hat astenkirin. Di nava 2 rojên dawî de 3 caran DİHA hat sansurkirin.

Malpera DÎHA'yê herî dawî (dihahaber.xyz) di 04/05/2016'an de bi hêjmara 490.05.01.2016.-64130'an ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. DÎHA ji niha û şûnde dê bi lînka "www.dihanews.xyz" weşanê bike.

(zt)