'Em ne qereqol dixwazin li taxa xwe henaseyek rehet bigirin'
12:18
Beritan Canozer / JINHA
AMED - Jinan li cihe ocaxa tenduristiyê avakirina qereqolên ku li navçeyên Sur û Rezan ên Amedê avadibin bertek nişandan û gotin: "Em ne qereqol dixwazin li taxa xwe henaseyek rehet bigirin."
Li navçeyên Sur û Rezan ên di êrîşên hêzên dewletê de gelek mal, dibistan, cihên ker û ocaxên tenduristiyê ziyan dîtin, niha jî ocaxên tenduristiyê dikin qereqol. Li ser navê ewlehîyê polîsan gelek dibistan û ocaxên tenduristiyê îşgal kirin û wek qereqolan dan xebitandin. Hat diyar kir ku li Rezan ê 10 dibistan û 4 ocaxên tenduristiyê vegerandine qereqolan. Polîsan li gelek dibistanan bi şev dest bi nobedê kirin, lê gel diyar kirin ku êdî polîs dibistanan wek qarergihan di xabitînin. Jinên Rezanê anîn ziman ku ew ji van bûyêrên ku polîs dibistanan wek qereqol dixebîtînin aciz dibin û xwestin ku ev helwest bi dawî bibin.
'Zarokên me gava polîsan dibînin di tirsin'
Jinên Rezanê gotin ku ew êdî ji bo polîs hertim li dora wan in nikarin bi hev re bi axivin û qada wan a jiyanê dagir kirine. Jina ku nexwest navê xwe bide R. da zanîn ku ev 9 sale li Rezanê dijî û wiha axivî: "Heya niha me bi ciranên xwe re ti pirsgirêk jiyan nekiriye û gazinên me ji ciranên me nî ne. Me fêm nekir ev karê qereqola ji ku derket. Polîs 'dibêjin zarokê xwe bişînin dibistanê' lê di heman demê de jî dibistanan dagir dikin. Hîn zarokên me biçukin jî lê ji polîsan di tirsin û dibêjin; 'Dayê em naxwazin biçin dibistanê, wê polîs me bikujin.' Ji bo zarokên me netirsin em bi wan re diçin dibistanê. Em qereqol û polîsan naxwazin. Hem polîs dimirin û hem zarokên me qatildikin. Bila her du alî nemirin û ev şer bi dawî bibe."
'Em naxwazin mirov bimirin'
Jina nexwest navê xwe bide H. jî bilêv kir ku hertim êrîş û serdegirtin zêdetirdibin û wiha berdewam kir: "Êdî em li taxê jî ne azadin. Gava li hemu taxan qereqolan avabikin em nikarin li taxan di navbera xwe de jî kurdî bi peyivin. Heya li ber deriyê me jî qereqol tên avakirin. Zarokên me nikarin bilîzin. Em dibêjin bila êdî mirov nemirin. Bila ne ciwanên me, ne jî polîs, leşker û bila tukes nemire."
H. balkişand ser dibistanên ku divegerînin qadên şer û wiha axivî: "Heya niha qereqol hebûn jî ma çi bû? Ma pêşiya tecavuz, dizî û cinayetan hat girtin? Em qereqolan naxwazin em dixwazin rehet bêhin bigrin."
(dt/zt)