Li Şirnexê êrîşên ser taxên berxwedanê giran bûn
14:33
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê li dijî polîtîkayên xirakirinê ya sîstematîk berxwedana xwerêveberiyê 52 roj in berdewam dike, li gelek noqteyên bajar pevçûnên dijwar diqewimin.
Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê di roja 52'yemîn de ye. Şeva din li taxa Bahçelîevlerê di pevçûnan de gelek mal bi tank û obusan ve hatin gulebarankirin. Li taxa Yenîmahalleyê jî di navbera tîmên taybet û YPS/ YPS-JIN'ê de pevçûn didomin.
Li taxên îsmetpaşa Yenî, Cumhuriyet û Aydinlikevlerê jî bi rojan e pevçûn bênavber didomin.
Li taxên Îsmetpaşa û Cumhuriyetê di navbera tîmên taybet û endamên YPS/YPS-JIN'ê de pevçûnên dijwar li navenda bajar lebav bûn. Derûdora Qada Cumhuriyetê jî pevçûnên dijwar diqewimin.
Serê sibehê jî li taxa Yenîmahalleyê pevçûnên dijwar qewimîn. Bi wesayîtên zirxî yên li dora taxê hatine bicihkirin jî mal bi tank û obusan ve tên xirakirin li taxan dû bilind dibin.
Hêzên dewletê yên ku li avahiyên bilind bi cih bûne jî êrîşên xwe yên li dijî taxan didomînin. Li dora taxê di navbera endamên YPs/YPS-JIN'ê û hêzên dewletê de pevçûnên dijwar diqewimin.
Li tevhiya bajar tevgera ambulansan heye û bi dehan ambulans ber bi 23'yemîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendirmeyan û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ve diçin û tên.
Li bajar bi şev heta sibehê Amîrûn Hewa yên Bêmirov (ÎHA) û tevgera hewayî berdewam dike.
Li aliyê din jî hêzên dewletê li dijî bajar polîtîkaya xirakirinê ya sîstematîn didomînin, li taxên Dîcle, Gazîaşa û Yeşîlyurtê kolanên ku ketine mal û kargehan dişewitînin. Hin avahî jî bi îdiaya teqemenî hatine bicihkirin jî ji aliyê tîmên taybet ve tên teqandin.
(kom/zt)