Ezmûn bi coşek mezin berdewam dike

15:12

JINHA

RIMÊLAN - Endama Komîteya Rêvebirina Dibistanan a bajarê Rimêlan Gulnar Hisên destpêkirina ezmûnan di dibistanên seretayî li Kantona Cizîrê, nirxand.

Duh li tevahiya Kantona Cizîrê 100.000 xwendekarên dibistana seretayî heyecana yekemîn ezmûnê jiyan. Ezmûn ku wê heya 16'ê Gulanê bidomin, ji hêla Komîteya Rêvebirina Dibistanan hate amadekirin û dê were çavdêrîkirin jî. Endama Komîteya Rêvebirina Dibistanan a bajarê Rimêlan Gulnar Hisên di serî de ji tevahiya xwendekaran re serketin xwest û paşê wiha pê de çû, "Me wek komîte hazirtiyeke berfireh û demdirêj ji bo ezmûnan kiribû. Niha jî ezmûn li jêr çavdêriya me destpêkirin. Sîstema perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe nûbûyînên cuda dijî. Di vê barê de em naxwazin ku sîstema me wek ya demê rejîma Baas be."
'Perwerde li ser jiberkirinê pêk dihat'

Gulnar nûbûyîn û cudahiya di ezmûnan de jî anî ziman, "Keda xwendekaran a salekê, asta fêrbûn û pêşketina wan tenê di rojekê de dihate ceribandin. Jixwe vê yekê tirseke mezin li ser xwendekar dida çêkirin û piranî encamên neyînî bi xwe re dianî. Her wiha perwerde li ser bingeha jiberkirinê pêk dihat. Lewma di sîstema ezmûnan de jî em dixwazin xwendekar li ser pirsê bifikire, tehlîl bike û encamên ku derxistiye nîşan bide."

'Mebesta me civaka exlaqî ye'

Gulnar yek ji nûbûyîn îsal a ezmûnan jî pêşketina zimanê zikmakî bi nav kir û got, "Di esas de mebesta me avakirina civakeke xwedî exlaq û çand e. Lewre pêşketina xwendekar û zarokan jî li ser vê bingehê girîng e. Ji hêla din ve em dibistanên xwe de bi zimanê dayîkê perwerde didin. Îsal ji refa 1 heya 3'ê ya dibistanên seretayî bi zimanê zikmakî her xwendekar perwerdeya xwe dît. Ev ji bo herêmê û Rojhilata Navîn mînakeke pir beş e." Di dawiya gotina xwe de Gulnar got, "Di ezmûnên duh de jî li gor me çavdêrî kir tevahiya xwendekar bi awayeke şad û bi heyecaneke xweş beşdarî kirin."

(rd/cc/rc)